NAVENDA NÛÇEYAN - Birayê Ramîn Hosseîn Panahî Amcad Panahî, di parvekirina herî dawî de wiha got: “Malbata min karî bi Ramîn re hevdîtinê bike. Bi rêya malbatê peyama ku Ramîn da wihaye ‘Ev dixwazin ez greva xwe ya bîrçîbûnê bi dawî bînim û dûre min darve bikin.’”
Malbat, parêzer û hevalên Aktîvîstê Kurd Ramîn Hosseîn Panahî yê bi îdîaya “Li dijî Xwedê derketiye” û “Endamê rêxistina çekdar e” hatibû girtin û cezayê darvekirinê lê hat birîn di saetên serê sibê de li ber Girtîgeha Recayîşehr kom bûn. Hatibû diyar kirin ku Panahî dê îro bê darvekirin. Li ser vê yekê di medya civakî de kampanya îmzeyan hatibû destpêkirin. Piştî kampanyeya îmzeyan a li ser medya civakî, ne diyare ku rejîma Îranê, Panahî bi darve bike yan na. Malabat Panahî ya li ber girtîgehê istar kir ku bi Panahî re hevdîtin bikin. Li ser vê destûr ji bo hevdîtin hat dayîn û malbatê bi Panahî re hevdîtin kir.
Birayê Ramîn Amcad Hosseîn Panahî, di parveklirina herî dawî ya li ser hesabê Twîtterê kir de, ev tişt gotin: “Di encama hewldan û nerazîbûnên civakî de, destûr hat dayîn ku malbata min bi Ramîn re hevdîtin bike.”
Peyama birayê Ramîn Amcad Panahî wiha ye: “Ji ber nerazîbûn û xwedîderketina gel a zêde, malbata min bi Ramîn re hevdîtin kir. Ramîn hîna di greva biçîrbûnê deye û rewşa wî ya fîzîkî pir xerabe. Ramîn ji bo malbat got ‘Ev dixwazin ez greva xwe ya birçîbûnê bi dawî bikim û dûre min darve bikin. Lê ezê heya mirinê jî di greva birçîbûnê de bim. Ger min darve bikin jî, bila wisan min darve bikin.”