ÎDLÎP - Malaçavderiya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), îdîa kir ku balafirên şer ên Rûsyayê, Îdlîp bombebaran kir.
Hat îdîa kirin ku Îdlîpa dibin kontrola Cephetel El Nûsra ya girêdayî El Kaîdê (Heyet Tahrîr El- Şam HTŞ), ji aliyê balafirin şer ên Rûsyayê ve hatiye bombebaran kirin. Bi taybetî, ji bo hêzên rejîmê li başûrê bajêr pêş de biçin û hêza Cephetel El Nûsra bişkînin, Rûsya û Îranê amadekariyên êrîşê kirin û berî 22 rojan bajêr bombebaran kirin.
Malaçavderiya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR)a bi navenda Londra ve girêdayî, îdîa kir ku Rûsyayê piştî bêdengiya 22 rojan, bi balafirên şer cardin dest bi bombebaran kir.
Li gel dijderketina welatên Tirkiye, DYA û NY jî, nehat zanîn bombebaran li kîşan herêmê pêk hatiye û derbarê encamê de jî tu agahî nehatin bi dest xistin. Li bendê ye ku rewşa Îdlîpê ji aliyê Tirkiye, Îran û Rûsyayê ve di 7’ê Îlonê de li Tahranê bê nirxandin.
Serokê DYa Doland Trump jî, li ser hesabê Twîtterê, Beşşar Esed hişyar kir û got: “Li Sûriyeyê, rejîma Beşşar Esed divê baş bifikire û wisan êrîş bike. Rûsya û Îran ger beşdarî vê karesata mirovahî bibin, dê şaşiyeke mezin der heqê mirovahiyê de pêk bînin. Pêkane ku di vî şerî de bi sed hezaran mirov bên kuştin. Rê li pêşiya vê mijarê bigirin."