ENQERE – Rêvebera ÎHD’ê Nuray Çevîrmen ji bo rawestandina cezayê darvekirina aktîvîstê kurd Ramin Hossein Panahî bang danekirina ji bo Îranê li hêzên navnetewî kir.
Li Îranê aktîvîstê kurd Ramin Hossein Panahî bi îdiayên “Li dijî Xwedê derketiye” û “Endamê rêxistina çekdar e” hatibû û girtin û cezayê darvekirinê lê hat birîn. Panahî bi darvekirinê rû bi rû ye. Li dijî darvekirina Panahî li seranserê cîhanê nerazîbûn bilind dibin.
‘DIVÊ HER KES LI DIJÎ DARVEKIRINÊ TÊBIKOŞE’
Hevseroka HDP’a Enqereyê Nur Aytemûr bi bîr xist ku duh polîsan çalakiya wan ji bo Panahî asteng kirin û astengkirina çalakiya ji bo Panahî tê maneya ku Tirkiye cezayê darvekirinê erê dike.
Aytemur anî ziman ku Panahî kurd e û got: “Feraseta darvekirinê ya Îran û Tirkiyeyê pir ji hev ne cuda ye. Li Îranê mirov tên darvekirin û li Tirkiyeyê jî îşkence li girtî û malbatên wan tê kirin. Helwesta duh polîsan nîşanî me de erêkirina darvekirinê ye. Ez bang li her kesî dikim li dijî darvekirina Panahî derkevin û li ber sefaretxaneyên Îranê çalakiyan li dar bixin.”
‘DIVÊ PÊKANÎNA DANEKIRINÊ DEYNIN SER ÎRANÊ’
Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Nuray Çevîrmen destnîşan kir ku darvekirin rêbazek cezakirinê nîne û “sûcê mirovahiyê ye” û got: “Welatên darvekirinê dikin, pir aşkere cînayetê dikin. Divê êdî teqez cezayê darvekirinê bên rakirin. Ji bo cezayê darvekirina Panahî bê rawestandin, ez bang li hêz û saziyên navnetewî dikim pêkanîna danekirinê deynin ser Îranê. Polîtîkaya Îranê ne mirovî ye. Lazim hemû partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl û parêzvanê mafê mirovan li dijî cezayê darvekirinê têkoşîna hevpar bidin meşandin.”