STENBOL - Danişîna doza 14 jinên ku dayîkên Aştiyê jî di nav de, li 35’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Di danişînê de, dinavbera serokê dadgehê û parêzeran de nîşana rê û rêbazê derket. Lê serokê dadgehê gefa dê parêzaran derbixe derve li parêzeran xwar.
Yekemîn danişîna doza 14 jinên ku dayîkên Aştiyê jî di navde heyî û 5 jî girtî li 35’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê destpê kir. 5 jinên girtî, parlamentera berê ya HDP’ê Asiye Kolçak, Parlamentera HDP’ê Huda Kaya, malbat û jinên li derve de tên darizandin beşdarî danişînê bûn. Gelek parêzerên Platforma Hiqûqnasên Azad danişîn şopandin.
‘GER BI TIRKÎ DIZANIN BILA BIAXIVIN’
Piştî danasîna nasnameyan danişînê destpê kir. Parêzar û bersûcan xwestin bi kurdî biaxivin, lê serokê dadgehê, diyar kir ku ger bi tirkî dizanin bila biaxivîn. Parêzeran cardin derbarê rê û rêbazê de daxwazên xwe anîn ziman. Lê serokê dadgehê cardin, bersiva parêzeran da û wiha got: “Derbarê kîjan rê û rêbazê de. Ma hûn nikarin piştî parastinan vê yekê bikin.”
SEROKÊ DADGEHÊ: EZÊ WE BAVÊJIM DERVE
Parêzer Nagehan Avçil, derbarê rê û rêbazê de mafê axaftinê girt û got: “Dozger Omer Kose yê lêpirsîn bi rêve bir niha ji ber lêpirsîna Cemaeta Gulen girtiye.” Serokê dadgehê têkildarî îtîrazên delîlan ên Avçîl, anî ziman ku ger ew li ser delîlên têkildarî rê û rêbazê biaxivin, dê danişîn neqede. Dûre serokê dadgehê, gefa “ezê we bavêjin derve” li parêzer Sînan Zîncîr xwar.
Danişîn bi parastina Dayîkên Aştiyê berdewam dike.