AMED – Polîsan merasîma cenazeyê endama HPG’ê Devrim Turk xistin dorpêçê û bi hinceta “ewlehiyê” destûr nedan parlamenterên HDP’ê beşdarî merasîmê bibin.
Cenazeyê endama HPG’ê Devrîm Turk (Hêvîdar Amed) a di 25’ê tîrmehê de li çoltera navçeya Pasûrê ya Amedê di bombebaranê de jiyana xwe ji dest dabû, di encama hewldanên dirêj de malbatê cenaze wergirt. Malbatê cenaze ji morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargahîl a Amedê girt û ji bo merasîmê bir Goristana Yenîkoyê ya Amedê.
Lê di kêliya merasîmê de bi sedan polîs bi maşîneyên zirxî goristanê xitsin bin dorpêçê. Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Remziye Tosun, Selçuk Mizrakli û Musa Farisogullari jî di nav de komek endam û rêveberên HDP’ê xwestin beşdarî merasîmê bibin. Lê bes polîsên derdora HDP’iyan girt û bi hinceta “ewlehiyê” destûr neda bikevin hundirê goristanê.
Piştî nimêja cenaze hat kirin, tenê ji aliyê xizmên xwe ve hat veşartin.