ANTALYA - Gelek girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê sewqî girtîgehên cuda hatin kirin.
Hat diyar kirin ku gelek girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê, sewqî girtîgehên cuda hatin kirin. Li gorî agahiyan, navên girtiyên hatin sîrgûnkirin wihane: Mehmet Şah Oturakçi, Firat Can, Huseyîn Atalay û Mehmet Aytekîn. Hat zanîn ku Oturakçi sewqî Girtîgeha Odemîş û Can jî sewqî Girtîgeha Denîzliyê hatine kirin.