NAVENDA NÛÇEYAN - Malbat û parêzerên aktivîstê Kurd Ramîn Panahî yê li Îranê cezayê îdamê lê hat birîn, li ber Girtîgeha Recaîşehr radiwestin. Birayê Panahî Amcad Panahî, diyar kir ku hîna bi tu awayî agahî ji Ramîn negirin û got: “Divê kes baweriya xwe bi agahiyên ‘înfaz hat taloqkirin’ neyînin û li benda daxuyaniya malbatê bimînin.”
Malbat û parêzerên aktivîstê Kurd Ramîn Panahî yê li Îranê bi sûcdariya “Li dijî Xwedê derketin” û “Endamtiya rêxistina bi çek kirin” cezayê îdamê lê hatibû birîn, di saetên serê sibê de hatin ber Girtîgeha Recaîşehr. Hatibû diyar kirin ku Panahî dê îro bê darvekirin. Li ser vê yekê di medya civakî de kampanya îmzeyan hatibû destpêkirin. Piştî kampanyeya îmzeyan a li ser medya civakî, ne diyare ku rejîma Îranê, Panahî bi darve bike yan na.
Hin sazî û dezgehên çapemeniyê, nûçeya Komîteya Piştgiriya ji bo Ramîn Hosseîn Panahî hat avakirin a darvekirina Panahî ji bo demekê hatiye rawestandin, servîs kirin.
Lê birayê Ramîn Amcad Hosseîn Panahî, li ser adresa twîtterê di peyama weşand de, ev tişt gotin: “Ji saetên serê sibê ve, em malbat û parêzerên Ramîn li ber Girtîgeha Recîşehr radiwestin. Bi tu awayî ji Ramîn agahî tuneye. Hin gote got dibin nûçe û tên serwîs kirin. Kes guh nedin van nûçeyan. Divê kes baweriya xwe bi agahiyên ‘înfaz hat taloqkirin’ neyînin û li benda daxuyaniya malbatê bimînin.”