ENQERE - Parlamentera HDP’ê Salîha Aydenîz, diyar kir ku gefên polîsan ji ber bêhêziya dewletê ye û wiha got: “Em her tim bi gel re ne û em ê li kêleka gel têkoşîna xwe berdewam bikin. HDP’ê dê tu carî dest ji vê têkoşînê bernede.”
Rêxistina HDP’ê ya Enqereyê ji bo darvekirina aktîvîstê Kurd Ramin Hossein Panahî yê tê gotin dê îro bê darvekirin şermezar bike, duh xwest tacagula reş deyne ber Sefaretxaneya Îranê ya li ser Kolana Tahranê. Parlamenter û rêveberên HDP’ê û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin û rastî gefên kuştinê yên polîsan hatibûn. Di dema mûdaxileya polîsan de, polîsekê ji bo Parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz gotibû: “Ez polîsê dewletê me, baweriya xwe bi çeka xwe tînim.” Aydenîz a rastî mûdaxile û gefên polîsan hat, derbarê bûyerê de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.
Aydenîz, diyar kir ku çawalakiya wan mirovî bû û wiha got: “Aktîvîstekê Kurd ê 22 salî dixwazin bi darve bikin. Em li dijî vê yekê derketin. Polîsê destê xwe danî ser çeka xwe û gef li me xwar nîşaneya bêhêzbûna dewletê ye. Mûdaxileya li dijî me hat kirin û bi darvekirina li Îranê yekin. Li Tirkiyeyê, piştî sê salan OHAL rakirin. Piştî rakirina OHAL’ê hewl didin bi tundî, êrîş, tirsê û teslîm girtinê pergala xwe ya nû ava bikin. Niha em bi pergaleke kaos û cehennemê re rû bir û ne. Hikûmet û polîsên dewletê dibin navê ewlehiyê de vê didin avakirin. Nêzîkatiya wî polîsê destê xwe danî ser çeka xwe û gef xwar dide nîşandan ku reveberiya binesaziya dewletê di kîjan astê deye.”
‘EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BERDEWAM BIKIN’
Aydenîz, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Emê li dijî hemû cureyên tundiyê têkoşîna xwe berdewam bikin. HDP partiya gelane. Ji ber vê yekê di demên derbas bûyî de çawan tevgeriya, dê ji niha û pê de jî wisan tevbigere. Em her tim bi gel re ne û emê li kêleka gel têkoşîna xwe berdewam bikin. HDP’ê dê tu carî dest ji vê têkoşînê bernede.”