KOBANÊ - Endamê Polîtburoya PDKS’ê Gêlo Îsa, derbarê hevdîtinên dinavbera rejîma Şamê û Kurdan de axivî û got: “Ger Şam dest ji hişmendiya xwe ya berê berde, dê dawî li şerê li Sûriyeyê were.”
Endamê Polîtburoya Partiya Demokratîk a Kurdistana Sûriyeyê (PDKS) Gêlo Îsa, pêvajoya niha li Sûriyeyê tê meşandin ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxand. Îsa, diyar kir ku ji ber wî li dijî rejîma Sûriyeyê têkoşiya digirtîgehê de ma û wiha axivî: “Ji sala 1956 ‘an ve şoreşa Rojava berdewam dike. Di qada siyasî de heta roja îro, em û gelek derdorên Kurdan pevçûn. Gava şerê li Sûriyeyê destpêkir, me bi 10 partiyên Kurdan re Meclîsa Neteweyî ya Kurdên Sûriyeyê (ENKS) ava kir. Ji bo destkeftiyên gelan me ev meclîs ava kir. Lê dûre me dît ku ENKS wisan tevnagere. Li şûne bi karê navxweyî re eleqeder bibe, serî li rêyên Hewler, Enqere û Ewropayê dan. Dûre bi komên Îhvan-i Muslîm û Selefî re tevgeriyan. Li dijî destkeftiyên gelan, polîtîkayên pir cuda şopandin. Ji ber van sedeman di sala 2012’an em ji wan veqetiyan û me xwest em li gorî destkeftiyên gelên xwe polîtîka bi rêve bibin.”
BI AWAYEKÊ AKTÎF BEŞDARÎ XEBATAN BÛ
Îsa, anî ziman ku bi awayekê aktîf beşdarî şoreşa Rojava bûye û wiha got: “Di warê leşkerî û siyasî de me gelek xebat birêve birin. Şerê me yê li dijî pergalê bi her awayî berdewam kir. Em weke PDKS’ê dinava damezrînerên Şoreşa Rojava de cih digirin. Ez niha dinava rêveberiya Bakurê Sûriyeyê de cih digirim. Endamê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ê me. Em jî parçeyekê şoreşa Sûriyeyê ne. Ne tenê gelê Kurd, em destê xwe dirêjî hemû gelan dikin û bi hevre me ji nû de yekitiya xwe avakir.”
BI RÊYÊN SIYASÎ DIBE BÊ ÇARESERKIRIN
Îsa, da zanîn ku ji bo axa xwe bi parêzin bi salane şer dikin û wiha bilêv kir: “Di demên dawî de hevdîtinên MSD’ê bi Şamê re hene. Ji bo ku em krîza heyî çareser bikin, em zend û bendên xwe badane. Em ne dûrî vê yekê ne. Hemû maxileftên li Sûriyeyê dinava MSD’ê de cih digirin. Di vî warî de nûnertiya gelên li Sûriyeyê dike. Li derveyî welat jiyîn, nabe ku mirov bi gel re bibe yek. Di rêveberiya niha de hemû gel bûne yek. Bi gel re tevdigerin. Em bawer dikin ku şer ne bi rêyên leşkerî, bi rêyên siyasî çareser bibe. Ji ber vê yekê me berê xwe da Şamê.”
EM BANGA ZELALBÛYÎNÊ LI ŞAMÊ DIKIN’
Îsa, divê mijarê de rejîma Şamê hişyar kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em polîtîkayên rejîmê baş dizanîn. Ji ber ku berê jî em rastî van polîtîkayan hatin. Em bang li wan dikin ku di her warî de zelal bin. Divê di warê hişmendî û fikrî de guhertinek pir mezin bike. Ger Şam dest ji hişmendiya xwe ya berê berde, dê dawî li şerê li Sûriyeyê were. Wê demê dê kriza li Sûriyeyê bi dawî bibe.”
MA / Nazim Daştan