MÊRDÎN - Parlamentera HDP'e ya Mêrdînê Pero Dundar, têkildarî destûrnedayîna definkirina cezayê Fetullah Avci bertekên xwe anî ziman û diyar kir ku dikarin vê ferasetê berdewam bikin û destûr nedin cezayên din jî bi hinceta "lêpirsîna ewlehiyê" defin bikin. Dundar anî ziman ku ev feraset di hiqûqa dijminantiyê de jî tune ye.
Di 30'ê Tebaxê de li Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê Fetullah Avci ê li nexweşxaneya dewletê ya Mêrdînê dihat dermankirin û jiyana xwe ji dest dabû. Dema cenazeyê wî li Nisêbînê hat definkirin rastî astengiyan hat. Piştî wekîlê HDP’ê bi Waliyê Mêrdînê ve ket têkiliyê cenaze Avci hat definkirin. Malbatê, piştî cenazeyê Fetullah Avci piştî ji nexweşxaneyê girtin, xwestin li Taxa Kişla ya Navçeya Nisêbînê li Goristana Hececa defin bikin. Lê polîsan bi sedema "Lêpirsîna ewlehiyê bi dawî nebûye" destûr nedan ku cenaze defin bikin. Malbata Avci piştî astengiya polisan disa cenaze rakirin Morga Nexweşxaneyê ya Nisêbinê. Piştî parlamenterên HDP'ê bi Waliyê Mêrdînê re ketin nava têkiliyê, malbata Avci cenaze ji Morga Nexweşxaneyê girtin û di 31'ê Tebaxê de birin defin kirin. Parlamentera HDP'ê Pero Dundar û parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Huseyin Kaçmaz li gel malbatê û komek mezin cenazeyê Avci ji morgê wergirtin û li Goristana Hececa defin kirin. Malbatê cenazeyê Avci 31'ê Tebaxê di bin dorpêça polîsan, maşîneyên zirxî û TOMA de defin kirin.
Têkildarî mijarê mijarê Parlamentera HDP'e ya Mêrdînê Pero Dundar, bertekên xwe anî ziman û diyar kir ku dikarin vê ferasetê berdewam bikin û destûr nedin cezayên din jî bi hinceta "lêpirsîna ewlehiyê" defin bikin. Dundar anî ziman ku ev feraset di hiqûqa dijminantiyê de jî tune ye. Dundar, anî ziman ku heta niha rastî tiştekî wisa nehatine û wiha got: "Polîsan ji malbatê xwestin ku cenaze li dervê bajar defin bikin. Lê malbatê diyar kirin ku ew ji Nisêbînê ne û dê cenazeyê xwe li Nisêbînê defin bikin. Piştî me bi walîtiyê re hevdîtin kir em fêr bûn ku der barê cenaze de "Lêpirsîna ewlehiyê" vekirine. Ev jî di rûpela dîrokê de rûpelek din lê zêde bû. Ev nîşaneyên belavbûna faşîzmê ye. wisa xuya dibe ku dê rewşê wiza zêdetir bibin. Yekem car e ji bo kesekî jiyana xwe ji dest didin "Lêpirsîna ewlehiyê" nîşan didin û destûr nadin defin bikin. Yekem car welatiyekî sivîl rastî pêkaninek wisa tê.
EV pêkanîn nîşan dide ku ji bo kurdan dibêjin "Em ku bixwazin hûn dê cenazeyê xwe li wir defin bikin. êdî tehamulê nîşanî cenaze û miriyê kurdan jî nadin. Ev di hiqûqa dijminantiyê de jî tune ye.
Dibe ku êdî cenazayên kurdan li her derê rastî lêpirsîna ewlehiyê bê. Ev yek li dijî hiqûq û mafên mirovan e."