MÊRDÎN – Di ser kuştina Parlementerê DEP'ê Mehmet Sîncar re 25 sal derbas bûn. Alî Sîncar, destnîşan kir ku kiryarên kekê wî jî nehatine girtin û bal kişand ser mudaxilekirina çalakiya Dayikên Şemiyê û got: "Li Tirkiyeyê tu tişt neguheriye."
Parlementerê Partiya Demokrasiyê (DEP) Mehmet Sîncar û Rêveberê DEP'a Êlihê Metîn Ozdemîr di 4'ê Îlona 1993'yan de li Êlihê di êrîşeke çekdarî de hatin kuştin. Alî Sîncar diyar kir ku di ser kuştina kekê wî Sîncar re 25 sal derbas bûn, lê belê hîn jî kiryar nehatine girtin.
Alî Sîncar, bilêv kir ku kekê wî li herêmê tim di warê binpêkirinên mafan, cinayetên kiryar nediyar û pirsgirêkên gel de tim tev digeriya. Sîncar, destnîşan kir ku kuştina birayê wî tu carî ne cinayeta kiryar nediyar e, lewra ji destpêkê ve kiryar diyar in.
Sîncar, anî ziman ku tim "hin kiryarên din hatin dîtin", lê belê berpirsiyarên sereke nehatine aşkerekirin û got: "Armanc ew e ku serê mirovan tevlihev bikin û kiryar û kiryaên esil veşêrin. Karên ku dikirin dewletê jê hez nedikir. Em dibêjin dewlet, çimkî raste rast dewletê ew wekî hedef nîşan da û ji aliyê JÎTEM'ê ve hat kuştin. Kiryar diyar e." Sîncar, bilêv kir ku lê belê tu carî li wan hîsa ku kiryar hatiye dîtin û hatiye cezakirin peyda nebûye û got: "Çimkî kiryarên rasteqîn lid erve ne û hin mirovên din jî qetilkirin."
‘LI TIRKIYEYÊ TU TIŞT NEGUHERÎ'
Sîncar, diyar kir ku niha li Tirkiyeyê heman pêvajo dîsa heye û cinayetên bi wî rengî dîsa tên kirin û wekî mînak jî qedexekirina çalakiya Dayikên Şemiyê da. Sîncar, bilêv kir ku di salên 90'î de kekê wî guh dida daxwazên dayikên windayan û got: "Li Tirkiyeyê tu tişt neguheriye. Dayikên Şemiyê doza hestiyên zarokên xwe dikin. Dixwazin gorek wan hebe. Dixwazin edalet û hiqûq pêk bê. Lê belê ji ber ku doza vê yekê dikin, bi êrîşan re rû bi rû dimînin. Her wiha tişta ku wekî edaletê berpêşî me dikin, di asasê xwe de ne edalet e. Bi vê yekê dixwazin ser kiryarên rasteqîn bigirin. Mixabin rewşa Tirkiyeyê ev e."
Sîncar, diyar kir ku divê Tirkiye ji vê dîmena "tarî" xelas bibe û got: "Divê dewlet hesab ji xwe bipirse û veguhere avaniyeke demokratîk." Her wiha Sîncar bilêv kir ku divê Tirkiye rûxalî xwe bibe û got: "Heta rûxalî xwe nebe û ser meseleyan bigire dê tu tişt neguhere. Divê demokratîk bibe. Demokratîkbûyîna wê jî bi çareserkirina pirsgirêka kurd pêkan e. Çareserkirina pirsgirêka kurd jî bi dawîbûna tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, pêkanîna diyalog û vîna aştiyê pêkan e. Eger îro Mehmet Sîncar Saxbûna, dê dîsa karê xwe bikirana û ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê dê bitêkoşiya."