STENBOL - Berpirsiyarê Karên Îdarî yê Rojnameya Yenî Yaşamê Mehmet Şahîn bertek nîşanî zemkirina kaxeza rojnameyê da û got: "Çapemeniya nivîskî ya ji bo qezencê tev nagere, piştî stoka wê ya kaxezan biqede dê dev ji weşanê berde."
Midûriyeta Giştî ya Fabrîkayên Seluloz û Kaxezan a Tirkiyeyê, çend roj berê kaxezên rojnameyan û hin kaxez û kartonên din ji sedî 20 zem kir. Piştî zemkirina gelek saziyên çapemeniyê fiyetên kovar û pirtûk û rojmaêeyam zêde kir. Her wiha hin saziyên çapemeniyê yên nikaribûn di bin vî barî de xwe ragirin dev ji çapkirinê berdan. Berpirsiyarê Karên Îdarî yê Rojnameya Yenî Yaşamê Mehmet Şahîn diyar kir ku eger rewş wisa bidome dê saziyên çapemeniyê yên nivîskî yên bêyî qezenc bi hêza xwe ya cewherî debara xwe dikin, dawî liw eşana xwe bînin.
‘EM PÊGIRTIYÊN DERVE NE'
Şahîn, destnîşan kir ku hilberandina kaxezan hatiye terikandin û êdî kaxez tên îthalkirin û got: "Du fabrîkeyên kaxez çêdikirin hebûn. Ew jî wekî fabrîkayên din berpêşî alîgiran hatin kirin û hatin kesîdekirin û bi vê re dawî li hilberînê hat. Di warê kaxezê de em bûn pêgirtiyên derve. Tenê ne kaxez, gelek tiştên di warê çapemeniya nivîskî de tên îthalkirin û her ku dowîz zêde dibin ev jî zêde dibin." Şahîn, bilêv kir ku hibr û sotemeniya ku ji bo çapemeniya nivîskî tên bikaranîn jî, pêgirtiyên derve ne.
‘ÇAPEMENIYA MUXALIF TÊ ASTENGKIRIN'
Şahîn, diyar kir ku di her serdeman de herî zêde çapemeniya muxalif tesîrê digire û got: "Dibe ku saziyên çapemeniyê yên mezin zêde tesîrê negirin. Lê belê saziyên çapemeniyê yên biçûk ên ne alîgirês ermayeyê ne, di rewşên wisa de tesîreke neyînî digirin." Şahin, anî ziman ku çapemeniya hewzê ji reklaman zêde qezenc dike û dahata îlanên dewletê nakeve qaseya çapemeniya muxalif. Şahîn, bilêv kir ku ji ber vê çapemeniya muxalif bi zor û zehmetiyan re rû bi rû dimîne û got: "A rast ev polîtîka bi zanebûnî tê kirin. Çimkî dewlet li gelek qadan çi yekser û çi neyekser astengiyan derdixe pêşiya çapemeniya muxalif û nahêle xwe bigihîne gel. Ji ber vê gelek saziyên muxalif rojanme û kovaran çap nakin. Eger wisa dewam bike dê hinek çapemeniyên nivîskî yên bi çavkaniyên xwe yên xwesr debara xwe dikin bên girtin."
‘DÊ GELEK JÊ DEV JI WEŞANÊ BERDIN'
Şahîn, destnîşan kir ku divê derbasî hilberandina kaxezan bbibe û got: "Çimkî jis edî 18 KDV'ya kaxezan heye. Gelek saziyên çapemeniyê yên ku nikarin vê KDV'yê bidin heye. Divê rêjeya KDV'yê bê kêmkirin û astengiyên li ber nûçewergirtina mirovan bên rakirin. An jê gelek saziyên çapemeniyê yên stoka wan a kaxezan biqede, dê dev ji weşana xwe ya nivîskî berdin û derbasî weşana dîjîtal bibin. Her wiha di warê weşana dîjîtal de jî gelek astengî hene." Şahîn, destnîşan kir ku di van şert û mercan de ew jî tesîrê digirin û got: "Ji ber ku niha stoka me heye, belkî em heta wextekê karibin dewam bikin. Lê belê deam stoka di dest me de biqede em ê êdî nikaribin kaxezê bikirin."