STENBOL – Hevserokê HDP'a Stenbolê Cengîz Çîçek, bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Têkoşîna ji bo aştiyê di heman demê de dijderketina li tecrîda li Îmraliyê ye." Berdevkê HDP'ê Sarûhan olûç jî gottecrîd Tirkiyeyê ber bi qada pevçûnê ve dibe.
Parêzer ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve û malbat jî ji 11'ê Îlona 2016'an ve nikarin hevdîtinê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê çêbikin. Her wiha Heyeta Îmraliyê jî ji 5'ê Nîsana 2015'an ve nikare hevdîtinê bi Ocalan re çêbike. Hevserokê HDP'a Stenbolê Parêzer Cengîz Çîçek û Berdevkê HDP'ê Sarûhan Olûç tecrdîkirina Ocalan nirxandin.
ÇÎÇEK: MUXALEFETA CIVAKIYÎ DIVÊ
Çeîçek, destnîşan kir ku divê li hemberî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan muxalefeteke civakiyî û têkoşîneke azadiyê ya hêzdar çêbibe û got: "Eger têkoşîna ji bo azadiya Ocalan û azadiya gelên bindest bi awayekî paeralel bi rê ve biçûna û xeteke têkoşîniyî çêbibûna, îro me yê li hember polîtîkayên şerî yên AKP'ê encamên baş bigirtanan û me yê aştiyeke bi rûmet pîroz bikirana. Lê niha em aştiyê pîroz nakin. Mixabin, em behsa aştiyeke pêknehatî dikin. Belkî jî em bi awayekî stûxwar xwe rexne dikin."
'BI TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ HEMÛ MUXALEFET TÊ TECRÎDKIRIN'
Çîçek, destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê bi awayekî giştî li tevahiya derdorên muxalif ên li Tirkiyeyê tê kirin û got: "Piştî tecrîda li Îmraliyê bajarên kurdan hatin tecrîdkirin. Niha tenê HDP heye. Li tevahiya derdorên civakiyî yên li dijî AKP'ê belav bû. Niha wexta behsa aştiyê bê kirin divê ev yek bê gotin. Dijberiya li hember AKP'ê têr nake. A rast divê hemû civatên di qada siyasî, civakiyî û çandî de hatine tecrîdkirin, ji bo aştiyê bitêkoşin." Çîçek, bilêv kir ku ev yek di heman demê de tê wateya têkoşîna li dijî tecrîda li Îmraliyê û got: "Eger îro li Dersimê daristan tên şewitandin, xizanî hebe, tacizkirin û tecawizkirina jina hebe ev hemû ji ber xerabiyên şerî ne. Şer xerabiyê hildiberîne. Şer dayika hemû xirabiyan . Loma divê ji her wextê bêtir têkoşîna me li ser asasê yekîtiya hêzan a demokratîk bê meşandin."
‘EM AMADE NE'
Çîçek, anî ziman ku di warê yekîtiya hêzê ya demokratîk Stenbol mecbûr e rola xwe bilîze û got: "Ji bo vê çi bikeve ser milê me em amade ne bikin."
OLÛÇ: DIVÊ AŞTÎ NEYÊ TECRÎDKIRIN
Berdevkê HDP'ê û Parlementerê Stenbolê Sarûhan Olûç jî, diyar kir ku aştî nayê tecrîdkirin û got: "Tecrîdkirina aştiyê, tê wateya dewamkirina tecrîda li Îmraliyê û dewamkirina şidet û pevçûna li tirkiyeyê. Divê dawî li şert û mercên derî mirovane ên li Îmraliyê bê û ji bo malbat û parêzer hevdîtinê bi Birêz Ocalan re çêbikin û heyet biçin Îmraliyê divê dawî li tecrîdkirinê bê."
Olûç, anî ziman ku wexta tecrîd tune bû û hevdîtin bi Îmraliyê re dihatin çêkirin li Tirkiyeyê xwîn nediherikî û got: "Mirov hevdu nedikuştin. Ji bp pêkanîna azadî û edaletê hevdîtin çêdibûn. Wexta tecrîd dîsa dest pê kir û dawî li hevdîtinên aştiyê hat, ciwanên Tirkiyeyê dest bi kuştina hevdu kirin. Ji bo vê em careke din divê dawî li tecrîdê bê û divê aştî neyê tecrîdkirin." Olûç, diyar kir ku ji bo pêkanîna aştiyê divê demildest dawî li tecrdîkirina Ocalan bê û ew ê tim û tim ji bo aştiyê bitêkoşin.
MA / Necla Demir - Melike Ceyhan