Bateyî: Divê her kurd ji xwe bipirsa 'Îro min ji bo zimanê xwe çi kir' bike

img

WAN - Xwediyê Weşanxaneya Sîtavê Qahir Bateyî, anî ziman dewlet bi polîtîkayeke çewisîner bi ser kurdî û weşangeriya kurdî ve diçe û divê li hemberî vê hemû kurd dema serê xwe danîn ser balgiyê ji xwe bipirsin: "Îro min ji bo zimanê xwe çi kir?" 

Di Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan de "perwerdehiya bi zimanê zikmakî" bi awayekî taybet hatiye destnîşankirin. Lê belê, li Tirkiyeyê bi salan e kurdî tê çewisandin. Nemaze jî piştî bidawîbûna pêvajoya çareseriyê, dibistanên taybet ên kurdî hatin girtin, radyo, rojname, televîzyon û ajansên nûçeyan ên bi kurdî weşana xwe dikirin bi KHK'yan hatin girtin. Xwediyê Weşanxaneya Sîtavê Qahir Bateyî, zext û zoriyên li ser kurdî nirxandin. 
 
‘PIŞTÎ SAZÎ HATIN GIRTIN BÊDENGIYEK ÇÊBÛ' 
 
Bateyî, destnîşan kir ku bi girtina saziyên bi kurdî perwerdehî didan weşanxaneyên kurdî derbeyek giran xwarin û got: "Berê saziyên perwerdehiya kurdî didan û xwendekar hebûn. Ev xwendekar hînî ziman dibûn û dema hîn dibûn materyal ji weşanxaneyên kurdî peyda dikirin. Lê niha ev rewş tune ye. Piştî sazî hatin girtin di warê kurdî de bêdengiyek çêbû. Mixabin saziyên me yên din ên ne bi kurdî jî xwedî li van weşanan dernakevin." 
 
‘EM HEWL DIDIN LI SER PIYA BISEKININ' 
 
Bateyî xwedîderneketina siyasetmedaran a ji bo kurdî wekî trajediyekê nirxand û got nemaze jî di warê perwerdehiya bi kurdî, çandî û hunerî de bêxwedîtî heye. 
 
Bateyî got: "Kurd ji bo pêşeroja xwe têdikoşin, lê xwedî li zimanê xwe dernakevin. Ev jî trajediya me ye. Rewşa ku niha kurd tê de ne her çend nebaş be, weşangeriya kurdî jî ewqas nebaş e. Niha li gelek bajarên kurdan qeyûm pêşangehan li dar dixin, lê mixabin di wan pêşengehan de cih nadin weşnxaneyên kurdî, xebatên ji bo kurdî nakin. Ev jî nîşan dide ka kurdî çawa tê çewisandin. Raste rast mudaxileyî kurdî nayê kirin, lê dedora wê tê dorpêçkirin û bi vî awayî sazî tên girtin. Li hemberî van çewisandinan em jî li gor hêza xwe li ser piya disekinin." 
 
'JI BO ZIMANEKÎ TALÛKEYA HERÎ MEZIN...' 
 
Bateyî, bilêv kir ku di vê çarçoveyê de bangewaziya ji bo xwedîderketina li kurdî jî êdî bêwate ye. Bateyî, diyar kir ku divê mirov pêşî ji zimanê xwe hez bike û paşê li her qadê bilêv bike û got: "Eger kurd xwedî li zimanê xwe dernekevin û nekin perçeyekî jiyana xwe, dê encamên vê yekê giran bin. Êdî wekî zimanekî biyanî nêzî kurdî dibin. Li Tirkiyeyê li ser zimanê kurdî polîtîkayeke wisa heye ku, êdî em dikarin bêjin ku kurdî ber bi mirinê ve diçe. Heta çend sal berê jî me nikaribû vê yekê bibêje, lê mixabin niha rewş ev e. Dibe ku kurd pirtûkên kurdî pir çap bikin, dibe ku TV'yên wan hebin, lê jenerasyona nû êdî bi kurdî xeber nade û yên zanin jî ji bîr dikin. Ev rewş ji bo kurdî talûkeyeke mezin e. her ku dewlet vê yekê dibîne, difikire ku polîtîkayên wî yên asîmlasiyonê bi kêr tên. Loma ji dêvla qedexekirinê rasterast bi van polîtîkayan tev digere." 
 
Bateyî, bilêv kir ku divê kurd jî li hemberî vê polîtîkayê bi awayekî topyekûn xwedî li zimanê xwe derkevin. Bateyî, diyar kir ku ji bo vê yekê jî divê her kudek kurdî bike perçeyekî jiyana xwe û got: "Eger tu xwedî li zimanê xwe dernekevî, nexwe tu jî dibû perçeyekî vê polîtîkayê. Çawa ku misilmanek her ku serê xwe datîne ser balgiyê û dibêje: 'Îro min ji bo Xwedê çi kir?' Divê kurd jî dema serê xwe danîn ser balgiyê ji xwe bipirsin 'îro min ji bo zimanê xwe çi kir?'"

Sernavên din

04/09/2018
16:15 Li Mazgêrdê hewldana tacîzê
16:15 Ji ber ku kar nedît xwest întîxar bike
16:10 ‘Li herêma şewatê yekîneyên veşartî hene’
15:46 Akar bi Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê Jeffrey re hevdîtin kir
15:23 'Ji bo peyva birêz Ocalan lêpirsîn vekirin’
14:26 Bîlgen: Divê partî ji Hilbijartina 24'ê Hezîranê ders derxin
14:10 Malbatê bi Panahî re hevdîtin kir: Dixwazin min darve bikin
14:06 Saziyên bazirganiyê yên Amedê: Bila ji bo Kurdistana Federe seferên balafiran dest pê bike
13:41 SOHR: Rûsyayê Îdlîp bombebaran kir
13:22 Temellî: Dem dema demokrasiya herêmî û gel bigîhîjin hev e
13:06 Ji bo Panahî banga danekirina Îranê kir
12:46 Dadgehê gefa dê wan derbixin derve li parêzeran xwar
12:24 Polîsan destûr neda HDP’î derbasî goristanê bibin
12:12 Piştî 3 salan dosyeyên wan yek bi yek tên girtin
12:01 Gelek girtiyên li Antalyayê sewqî girtîgehên cuda hatin kirin
11:55 Malbata Panahî: Em li ber deriyê girtîgehêne, agahî ji Panahî tune ye
11:06 Aydenîza gef lê hat xwarin: Emê têkoşîna xwe bidomînin
10:30 Hevserokê HDP'a Îskenderûnê hat binçavkirin
10:24 Daristanên Colemêrgê dişewitin
09:54 Endamê PDKS’ê Îsa: Şerê li Sûriyeyê bi guhertina hişmendiya Şamê ve girêdayiye
09:50 Dundar a HDP'î: Astenkirina definkirina cenaze di hiqûqa dijminantiyê de jî tune
09:19 Li Êlihê fuhûş û tiryak belav dibe!
09:18 Mehmet Sîncar 25 sal berê hat kuştin: Li Tirkiyeyê tu tişt neguherî
09:17 Bi salan e portreyê Şahmeran li ser sifir dineqişîne
09:15 'Çapemeniya nivîskî li ber girtinê ye'
09:14 ‘Têkoşîna ji bo aştiyê têkoşîna ji bo tecrîdê ye'
09:13 Bateyî: Divê her kurd ji xwe bipirsa 'Îro min ji bo zimanê xwe çi kir' bike
09:00 ROJEVA 4'Ê İLONA 2018'AN
03/09/2018
18:54 Qedexeya li Licê û Hezroyê bi dawî bû
17:37 Dayika 73 salî ji bo bê berdan 4 mehin li benda raporê ye
17:16 Rêxistinên civakî qedexekirina çalakiya xizmên windayan şermezar kir
17:15 Heyeta HDP’ê li Helhelê ye: Bombebaran û gulebaranê jiyana gundiyan xistiye talûkeyê
16:57 Fadil Şenyaşar ê bav û 2 birayên wî hatin kuştin di hucreyê de tê girtin
16:51 HDP’iyan kesên ji ber şarbonê rakirin nexweşxaneyê ziyaret kirin
16:47 Polîsan mudaxaleyî çalakiya ji bo Panahî kir û 4 kes binçav kirin
16:40 Sînorê Dîlokê ji bo 15 rojan hat qedexekirin
15:31 CHP: Li Enqereyê 100 sewal bi Şarbonê mirin
15:28 Li Helhelê mal gulebaran kirin: Bav, dayik û Roza 2 salî binçav kirin
15:18 Daristana Geliyê Rojê 3 rojin dişewite
15:03 Baroya Amedê: Beyî pirsgirêka kurd pirsgirêkên din çareser nabin
14:52 Polîsan wekîlên HDP’ê tehdîd kir: Ez bi sîleha xwe bi bawerim
14:09 ÎRA’yê rapora tebaxê aşkere kir: 4 rojnameger hatin girtin
14:04 Ji bo kampa Telhamutê lêkolîn bikin serî li Îdareya Koçberiyê dan
13:40 Heyeta HDP’ê çû Licê
13:39 Rêveberê ENKS’ê Hemo: Cihê YPG’ê li Efrînê nîne
12:31 Navenda gund bombe kirin
11:55 Ji Hosseîn Panahî ê rastî cezayê darvekirinê hatiye peyam
11:54 Berdevkên EMK’ê: Qedexe nikarin pêşiya me bibirin
11:39 Hevserokên jin ên HDP’ê li hev kom bûn
11:28 Li gorî TUÎK'ê ji sedî 17.90 enflasyon zêde bû
11:02 ‘Şer zilma dewletê zêdetir kir’
10:55 Li Stenbolê Efserekî polîs kuşt
10:22 Serokê Giştî yê Tum Bel-Senê: Şaredarî 150 sal paşve ket
10:19 3 sal derbas bû lê agirê dilê wan venemirî
10:08 Bîlgîn: Hikûmet armanc dike jinê di malê de hepis bike
09:10 Di doza Soma de hemû îhmal û kêmasî got lê ceza nebirî
09:10 Melayê li ser cenaze nimêj kir 6 sal û 3 mehan ceza kirin
09:09 Qalik heye lê zerdik tune
09:09 Fuat Ercan: Piştî pençeşêr bedenê zeft bike aspirin nabe derman
09:08 Arat: Daxuyaniyên Transfobîk pişta qatilan miz dide
09:00 ROJEVA 03'Ê ÎLONA 2018'AN
08:41 Helîkoptêran gundê Helhelê bombebaran kir
02/09/2018
23:22 Parêzerên Cizîrê dê Tirkiyeyê li dadgehên navneteweyî gilî bikin
18:51 Hamzaoglu: Gel dê aştiyê bînin
Temellî: Şer bi rakirina tecrîdê bi dawî dibe
17:51 Dayikan li qada mîtîngê bang kirin: Em dê aştiyê diyarî zarokên xwe bikin
17:24 Li Sakarya qeza pêk hat: 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
17:01 Mîtînga 'Aştî nayê tecrîdkirin' bi axaftinan dest pê kir
16:14 Bi deh hezaran dimeşin mîtînga aştiyê ya Bakirkoyê
14:43 Şewata li Çemê Roj didome
14:11 Ji ber krîza aborî 7 rojnameyên herêmî nehatin çapkirin
13:57 Piştî 3 salan qedexeya li ser Birca Kecikê radibin
11:44 Li Dîlokê maşîna karkeran qeza derbas kir: 7 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:28 Ciwan li Dortmunê ji bo azadiya Ocalan dimeşin
11:05 Petrola herikî li peravê Foça û Aliaga belav bû
10:15 Erdogan: Bazirganiya Navneteweyî bêtir bi dolaran ve tê girêdan
09:46 Gelo dixwazin kujerê Selmanê 9 salî veşerin ?
09:28 Li Idlibê her kes ketine pey berjewendiyên xwe
09:01 'Em ê her dem li wê qadê bin'
09:00 Taşdemîr: Em ê di hilbijartina herêmî de destkeftiyên xwe paşve bistînin
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÎLONA 2018'AN
01/09/2018
19:39 Rewşa girtiyê nexweş Sari her diçe girantir dibe
18:49 Gokkan: Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina hemû Rojhilata Navîn e
Temellî: Şere li Rojhilata Navîn bi Tecrîdkirina Ocalan dest pê kir
16:53 Di Roja Aştiyê de çalakiya dayikên 'aştîxwaz' hat qedexekirin
16:49 Hevserokên HDP, KCD'ê ketin qada mîtîngê
16:14 Di teqîna EZAZ'ê de hêjmara kuştiyan gihişt 15'an
15:33 Cûdî du roj şewitî: Darên fistiqan şewitîn
15:20 '23 salin em li vir in, em venagerin'
15:19 Şewata li Licê didome
14:59 Destûra 'Çalakiya F’ jî nehat dayîn
14:46 Heyeta KESK’ê li Dersimê şewatê ji dûr ve çavdêr kir
14:32 Li Dersimê vê carê jî şewat li Newala Roj derket
14:31 Walî Êlihê jî çalakiya Şemiyê qedexe kir
14:09 'Di 3 salan de 4 hezar û 300 kes hatin kuştin, 7 hezar kes birîndar bûn'
14:02 Dadgehê biryara berhevkirina belavokên mitînga 1’ê Îlonê da
13:07 Polîsan mudaxaleyî bîranîna Komkujiya Enqereyê kir
12:22 Dayikên Şemiyê astengiya polîsan nas nekir û daxuyanî didin
12:06 Li Ezazê teqîn: 2 kes mirin û gelek kes birîndar bûn
12:00 Walî çalakiya xizmên windayan a Amedê qedexe kir
11:54 Şewata daristana Bedlisê hat vemirandin, lê daristan nema
11:44 Cenazeyê karkerê din ê di Dîcleyê de fetisî hat dîtin