* Hevserokê HDP'a Stenbolê Cengîz Çîçek, bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Têkoşîna ji bo aştiyê di heman demê de dijderketina li tecrîda li Îmraliyê ye." Berdevkê HDP'ê Sarûhan olûç jî gottecrîd Tirkiyeyê ber bi qada pevçûnê ve dibe.
* Xwediyê Weşanxaneya Sîtavê Qahir Bateyî, anî ziman dewlet bi polîtîkayeke çewisîner bi ser kurdî û weşangeriya kurdî ve diçe û divê li hemberî vê hemû kurd dema serê xwe danîn ser balgiyê ji xwe bipirsin: "Îro min ji bo zimanê xwe çi kir?"
* Berpirsiyarê Karên Îdarî yê Rojnameya Yenî Yaşamê Mehmet Şahîn bertek nîşanî zemkirina kaxeza rojnameyê da û got: "Çapemeniya nivîskî ya ji bo qezencê tev nagere, piştî stoka wê ya kaxezan biqede dê dev ji weşanê berde."
* Di ser mirina Parlementerê DEP'ê Mehmet Sîncar re 25 sal derbas bûn. Alî Sîncar, destnîşan kir ku kiryarên kekê wî jî nehatine girtin û bal kişand ser mudaxilekirina çalakiya Dayikên Şemiyê û got: "Li Tirkiyeyê tu tişt neguheriye."
* Li Mêrdînê osteyê neqişandina sifir Emrah Ozcan, bi baweriya ku remz û sembola xêr û bereketê ye bi salan e portreyê Şahmeran li ser sifir dineqişîne û çanda Şahmeran a bi hezaran salan hatiye li ser rûyê sifir zindî dike. Emrah Ozcan, li ser qîmeta pîşeyê sifir û neqişandina Şanmeran got "Heta ji destê min bê ez dê vê çandê zindî bihêlim."
* Li Êlihê li ser malperên înternetê bi awayekî aşkere fuhûş tê kirin û her wiha hin malper jî navên hin saziyên fermî bi kar tînin.
* Danişîna doza 14 jinên ku dayikên Aştiyê jî di navde dê li 35'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (09.30)
* Hevserokê Giştî yê HDPê Sezaî Temellî, dê têkildarî geşedanên siyasî û hilbijartina rêveberiya herêmî li avahiya HDP'ê ya Amedê ya Amedê bi rêxistinên civakî yên Amedê re civînê pêk bîne. (10.00)
* Odeya Tabîban a Stenbolê û Odeya Bêtaran a Stenbolê dê têkildarî nexweşiya Şarbonê li Odeya Tabîban a Stenbolê civîna çapemeniyê pêk bîne. (12.00)
* Rêxistina HDP'ê ya Êlihê ji bo Parlamenterê DEP'ê yê Mêrdînê Mehmet Sîncar ku di 4'ê Îlona 1993'an de li Êlihê hat kuştin bibîr bînin, dê heta Kolana Elma ya Êlihê bimeşin. (16.00)