XARPÊT - Dayika 73 salî Meles Tekîn a li Girtîgeha Xerpêtê girtiye û nexweş e, ji bo bê berdan 4 meh in li bende rapora Saziya Tipa Edlî ye.
Dayika 73 salî Meles Tekîn, piştî 4 sal û 2 meh cezayê wê hat erêkirin hat girtin û şandin Girtîgeha Mêrdînê. Tekîn, piştre surgunî Girtîgeha Xarpêtê kirin. Tekîn ku nexweş e û ji bo serbest bê berdan 4 meh berê serî li Saziya Tipa Edli da. Tekîn, ji bo bê berdan 4 mehin li benda encama rapora Saziya Tipa Edlî ye. Malbat û parêzerên, her çend heta niha gelek caran li îdara girtîgehê geriyan jî agahî negirtin. Rapora ku di nava 2 mehan de tê amadekirin 3 meh borîn hêj nehatiye amadekirin.