AMED - Nûhenêh ÎHD, TÎHV, Baroya Amedê, Odeya Tabîban û Înîsiyatîfa Heq, qedexeya çalakî xizmên windayan û ÎHD'ê ku her hefte li Parka Koşuyolu dihat lidarxistin, şermezar kirin.
Nûhenêh ÎHD, TÎHV, Baroya Amedê, Odeya Tabîban û Înîsiyatîfa Heq, li avahiya ÎHD'ê bi civîna çapemeniyê qedexekirina çalakî xizmên windayan û ÎHD'ê ya li Parka Koşuyolu, şermezar kirin. Endamê Komîsyona Windayan ê ÎHD’ê parêzer Hasan Yalçin li ser navê rêxistinan daxuyaniya hevpar xwend. Prz. Yalçin, di daxuyaniyê de diyar kir ku têkoşîna kesên ku xizmên wan hatine windakirin, têkoşîna heqîqet û edaletê ya erdnîgariya ye û wiha got: "Malbatên windayan bi salan e, li ber deriyên qereqolan, li dadgehan û li qadan aqûbeta xizmên xwe ji dewletê dipirsin û dixwazin heqîqet derkeve holê. Mixabin vê têkoşîna xizmên windayan ji aliyê dewlet û desthilatdariyên siyasî bi awayên cihê tên astengkirin. Xizmên windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê di 31’ê Çileya 2009’an de çalakiya rûniştinê ya "Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin" li Parka Koşuyolu ya Amede dabûn destpêkirin. Walîtiya Amedê di hefteya 499’an de çalakî qedexe kir."
Yalçin, da zanîn ku ew dê têkoşîna xwe berdewam bikin û wiha bi dawî kir: "Em ê têkoşîna xwe ya heqîqet û edaletê li her derê bidomînin û em ê têkoşîna xwe ji niha û şûnde geştir bikin. Em bang li dewlet û desthilatdariyê dikin ji dêvila ku çalakiyên xizmên windayan qedexe dikin divê hemû qedexe were rakirin, daxwazên dayîkan were bicihanîn, winda werin dîtin û kujerên wan werin darizandin.”