AMED – Heyeta HDP’ê li gundê Helhelê ya Hezroyê lêkolînan pêk anî. Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Musa Farisogullari diyar kir ku pevçûna dijwar a li qada sivîlan pêk hatiye jiyana gundiyan xistiye talûkeyê.
Li gundê Helhelê ya girêdayî navçeya Hezroya Amedê di navbera esker û endamên HPG’ê de pevçûn qewimî. Saet di 04.00’an de helîkoptêran navenda gund û derdor gund bombebaran kir. Pevçûnê heta saet 06.30’an dewam kir. Li gorî daxuyaniya Wezareta Karê Hundir hat diyarkirin ku di pevçûnê de 2 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan e.
HEYET LI GUND LÊKOLÎNAN PÊK ANÎ
Di kêliya operasyon diqewimî walîtiya Amedê li herêmê “qedexeya derketina kolanan” îlan kir. Li ser agahiya pevçûn û qedexeyê Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Remziye Tosun, Selçuk Mizrakli, Musa Farisogullari, Hevserokê HDP’a Amedê Mehmet Şerîf Çamçi û rêveberên HDP’ê ji bo li gund lêkolînê bikin çûn gund. Heyetê lêkolînan pêk anî.
Rojnameger jî li gel heyetê çûn gund û lêkolînên wan şopandin. Ji ber pevçûnê hat dîtin ku mal, dar û tenûran xisar dîtine.
‘EWLEHIYA ME DI BIN XETEREYÊ DE YE’
Yek ji şêniyên gund ê ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe aşkere bike wiha behsa tiştên li gund qewimîne kir: “Berdestî sibê em bi dengê helîkoptêran şiyar bûn. Piştî demek kurt li binya gund herî kêm 5 helîkoptêran herêm gulebaran kir. Pişt re jî bi maşîneyên zirxî gulebaran kirin. Bi helîkoptêran eskeran li jor û jêra gund danîn. Me bi tirs li pevçûnê temaşe kir. Ewlehiya canê me di bin talûkeyê de bû. Di wê saetê de em li baxçeyê xwe bûn. Şansê me hebû tiştek bi me nebû.”
MAL HATINE GULEBARANKIRIN
Li gorî ragihandina gundiyan li herêmê pevçûnên dijwar qewimîn û gule li gellek malan ketin. Xwîn li ser keviran bal dikişîne û qalikên vala ên guleyan jî li derdorê belav bûne. Ji ber gulebaranê li binya mala şewatek biçûk jî derketiye.
Gundiyan got operasyon saet li derdora 10.00’an xelas bûye û tu cenazeyî nedîtine.
‘JIYANA GUNDIYAN XISTINE TALÛKEYÊ’
Piştî lêkolîna heyetê Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Musa Farisogullari daxuyaniyek kurt da û got: “Jiyana gundiyan di bin talûkeyê de bûye. Hovîtiyek li gund pêk hatiye. Mal, dar û tenûran gulebaran kirin e. Nêzî 6-7 saetan peçvûn dewam kiriye. Ji ber pevçûnên dijwar me di rûyê gundiyan de tirs û xofek mezîn dît.”