RIHA - Parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol, Fadil Şenyaşar ziyaret kir. Şenyaşar di hevdîtina parêzer de got "Ez di hucreya yek kesî de dimînim. "
Parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol, li Girtîgeha Xerpêtê Fadil Şenyaşar ê piştî bavê wî û 2 birayên wî ji aliyê zilamên Parlamenterê AKP'ê Halîl Îbrahîm Yildiz ve hatin kuştin û hat girtin ziyaret kir. Prz. Çelîk Ozbingol, pişti ziyaretê li ser hesabê medya civakî der barê rewşa Şenyaşar de agahî da. Prz. Ozbîngol, li ser hesabê xwe wiha got: "Min pirsî. Tu çawa ye? Tu rehet e? F.Ş. bersîv da û got. "Ez di kawîşa yek kesî de têm girtin. Min pirsî. Tu kêmasiya te heye?
F.Ş. bersivand: "Televîzyona min tune. Lê min nexwest. Ez rojê xwe bi xwendina pirtûkan derbas dikim." Prz. Sevda Çelîk Ozbîngol, li ser hesabê xwe got "#Pirtûkek jî ji min (#birkitaptabenden #şenyaşar) da destpêkirin û pirtûkek diyarî Şenyaşar kir.
Fadil Şenyaşar li Kawîşa E-66 a Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Xerpêtê girtî ye.