STENBOL - Parlamenterên HDP'ê, kesên ji ber gumana Şarbonê rakirin Nexweşxaneya Lêkolin û Perwerdehiyê ya Sadi Konuk a Bakirkoyê ziyaret kirin. Parlamentera HDP’ê Oya Ersoy, diyar kir ku polîtîkayên AKP'ê tenduristiya civakê tehdit dike.
Parlamenterên HDP'ê Huda Kaya, Oya Ersoy, Zuleyha Gulum û Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Esengül Demîr, li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Sadi Konuk a Bakirkoyê kesên bi fikara Şarbonê tên dermankirin ziyaret kir. Heyetê piştî lêkolînê daxuyani da. Parlamentera HDP’ê Oya Ersoy, diyar kir ku polîtîkayên AKP'ê tenduristiya civakê tehdit dike û wiha got: "25 nexweşan ji ber vê fikarê serî li nexweşxaneyê dane. Hin nexweş li ser piyan hatin dermankirin. 22 kesan serî li Nexweşxaneya Hasekî dan."