STENBOL - Komek rewşenbir û hunermendanên xwestin biryara darvekirina aktîvistê kurd Ramin Hossein Panahî şermezar bikin rastî mudaxaleyê hatin. Polîsan 4 kes binçav kirin.
Rejîma Îranê, der barê aktîvîstê Kurd ê 24 salî Ramîn Hisên Penahî de biryara cezayê îdamê daye. Ramîn Hisên Penahî ji aliyê rejîma Îranê ve cezayê darvekirinê lê hatiye birîn û li Girtîgeha Navenda Senendîc (Sîne) girtî dê darizandin. Berpirsên Girtîgeha Recayî bajarê Taranê ji malbatê re ragihand ku wê roja Sêşema bê kurê we were darvekirin. Komek rewşenbir û hunermendanên xwestin biryara darvekirina aktîvistê kurd Ramin Hossein Panahî şermezar bikin rastî mudaxaleyê hatin. Komê li pêş Sefaretxaneya Îranê ya Cagaloglu xwestin daxuyani bidin û helwesta Îranê şermezar bikin. Polîsan di mudaxaleyê de Muazzez Uslu Avcı, Ercan Bilgîlî, Selçuk Avci û kesekî navê wî nehat zanîn binçavkirin.
Polîsan parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Tuma Çelîk dahf dan û gotin “Propagandaya PKK’î neke biçe". Çelîk, tundî û helwesta polîsan rexne kir û got: “Li Komara Tirkiye kesên heddê xwe nizane û memûrtiya dewletê dikin hene. Ev kesana bi hêza ku îkdîdarê daye wan gefan dixwin. Ji bo daxuyaniya çapemeniyê pêdivî bi destûrê tune ye. Ji bo zagonên Komara Tirkiye têkevin meriyetê em têdikoşin. Astengkirina li dijî hiqûqê ez tehamul nakim."