ENQERE - Endamê Komîsyona Karê Civakî û Xebatê, Malbat û Tendudristiyê ya Meclisê û Parlamenterê CHP'ê Alî Şeker, diyar kir ku nexweşiya şarbonê dibe sedem ku mirov jiyana xwe ji dest bide û xwest her kes berpirsiyariya xwe pêk bînin. Şeker, da zanîn ku li Enqereyê nêzî 100 sewal mirar bûn.
Rexistina CHP'ê ya Stenbolê têkildari nexweşiya Şarbonê li avahiya xwe civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de Endamê Komîsyona Karê Civakî û Xebatê, Malbat û Tendudristiyê ya Meclisê û Parlamenterê CHP'ê Alî Şeker, li ser goştê ji derve kirîne agahî da. Şeker, anî ziman ku piştî goşt ji derve hat kirîn nexweşiya şarbonê li Tirkiye belav bû. Şeker, anî ziman ku ger rê li pêş nexweşiya Şarbonê neyê girtin dê bibe nexweşiya şewbê û belav bibe û wiha got: "Nexweşiya Şarbonê mixabin dibe sedem ku mirov jiyana xwe ji dest bide. Divê her kes berpirsiyariya xwe pêk bîne. Nexweşiya Şarbonê piştî Cejna Qurbanê li gelek bajaran belav bû. Li Enqereyê nêzî 100 sewal mirar bûn.
6.6 MILYON SEWAL JI HERÊMA ŞARBONÊ KIRÎN
Cîgirê Serokê Giştî yê CHP'ê Orhan Saribel jî anî ziman ku ji sala 2010'an heta niha 6,6 milyon sewal ji herêma bi Şarbon hatin krîn û 273 hezar ton goştê hazir hatiye kirîn.