AMED – Li gundê Helhelê ya Hezroyê eskeran bi ser avahiya malbata Tekîn ve girt û gulebaran kirin. Di serdegirtinê de Yahya Tekîn û Mulkiye Tekîn û keça wan 2 salî Roza Tekîn û Abdullah Daşlik binçav kirin.
Eskeran berdesî sibê bi ser gundê Helhelê ya girêdayî navçeya Hezro ya Amedê de girt. Navenda gund ji aliyê helîkoptêran ve hat bombebarankirin. Li herêmê pevçûnên dijwar qewimîn.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, yekîneya eskeran ewil derdora avahiya malbata Tek3in ve girt û pişt re gulebaran kir û ketin hundirê malê. Eskeran malê serûbin kir û pişt re Yahya Tekîn, hevjîna wî Mulkiye Tekîn û zaroka wan a 2 salî Roza Tekîn binçav kirin. Di dîmenên hatin kişandin de li dîwarê malê şopa guleyan xuya dike û di kêliya binçavkirinê de Qûrana Kerîm a di destê Mulkiye Tekîn de ji aliyê eskeran ve tê qelaştin û diavêjin erdê.
Hat zanîn ku eskeran bi ser malek din de jî girt û welatiyê bi navê Abdullah Daşlik binçav kirin.
Heyeta ji HDP’ê pêk tê derbasî gund bû û li gund lêkolînan pêk tîne.