AMED - Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen, diyar kir ku ji ber rewşa Tirkiye û daraz di navde ye sala edlî bi fikar pêşwazî dikin. Ozmen, anî ziman ku heta pirsgirêka kurd çareser nebe, tu pirsgirêkê din çareser nabin.
Baroya Amedê bi minasebeta vekirina Sala Edlî li ber Edliyeya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Gelek parêzer tevî cubbeyên xwe beşdarî daxuyaniyê bûn. Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen, bal kişand ser Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî û wiha got: "Dema Tahîr Elçî li Sûrê ji bo edaletê têdikoşiya hat kuştin. Sala par li welat û herêmê gelek bûyerên dijhiqûqî pêş ketin. Piştî 15'ê Tîrmehê OHAL hat îlankirin. Bi OHAL'ê re gelek maf hatin binpêkirin. Mafê heq û azadiya mirovan ji destê wan hat girtin. Di îhlalan de daraz li dervê sinor hat hiştin. Daraz bê tesîr hat hiştin. OHAL rabû, lê pekanînên OHAL'ê bi dawî nebûn. Ev pêkanînên dijhiqûqî piştî OHAL'ê jî berdewam kirin. Di sala nû ya darazê de em dixwazin bi hevî derbasî sala nû bibin. Lê mixabin îktîdara heyî vê bawerî û heviyê nade me. Piştî OHAL rabû zagonên nû ku OHAL'ê fermî dike ketin meriyetê. Çalakiya Dayikên Şemiyê di hefteya 700'an de hat qedexekirin. Ev mînaka herî şênber e. Di rewşek wisa de baroya ku erka wê parastina azadiya maf, ramanan e êdî nikare erka xwe pêk bîne. Her roj pêkanînên dijhiqûqî û dijzagonî zêde dibin û belav dibin. Pekanînên ku maf û azadiya mirovan tune dikin dikevin meriyetê. Em carek din wekî Baroya Amedê diyar dikin ku em dê bi biryar û bawerî têkoşîna heq, hiqûq, edalet û demokrasiyê berdewam bikin."
HETA PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER NEBE PIRSGIRÊKÊN DIN ÇARESER NABIN
Ozmen, da zanîn ku li welatê wan sedema gelek pirsgirêikan girêdayî pirsgirêka kurd e û heta pirsgirêka kurd nayê çareserkirin, pirsgirêkên din nayên çareserkirin. Ozmen, da zanîn ku di bingeha gelek pirsgirêkan de pirsgirêka kurd hneye û xwest berî her tiştî pirsgirêka kurd bê çareserkirin. Ev yek jî bi diyalog, aştî û demokrasiyê çareser dibe. Dîsa di ser kuştina Serokê me ye Baroyê Tahir Elçî re 3 sal derbas bûn. Li gel ku bûyer li pêş çavan û kamerayan pêş ket jî heta niha tu gav nehatiye avêtin û buyer ronî nebûye. Ger ku der barê kuştina Elçî de lêpirsînek bi encam bê kirin, dê xizmetek mezin ji aştiya civakî re bike. Em carek din bang li erkdaran dikin ku erk û peywira xwe pêk bînin. Mixabin di demên dawî de zextên li ser darazê zêde bûne. Em dixwazin zextên li ser darazê bi dawî bibe. Dîsa qada tevgera xebatên parêzeran kêm bûye û nikarin erka xwe pêk bînin. Divê ev zext û astengiyên li pêş xebatên parêzeran rabin û hempîşeyên wan dikaribin bi hêsanî kar û xebatên xwebikin."