ENQERE – Polîsan mudaxeleyî HDP’iyan ên xwestin darvekirina aktîvîstê kurd Ramin Hossein Panahî şermezar bikin kir. Polîs destê xwe ber bi debanca xwe ve bir û bi gotina “Ez polîsê dewletê me û baweriya min bi sîleha min tê” wekîlên HDP'ê tehdîd kir.
Rêxistina HDP’ê ya Enqereyê ji bo darvekirina aktîvîstê kurd Ramin Hossein Panahî yê tê gotin dê roja sêşemê bê darvekirin şermezar bike, xwest tacagula reş deye ber Sefaretxaneya Îranê ya i ser Kolana Tahranê. Parlamenter û rêveberên HDP’ê û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.
Komê û polîsan nîqaş kirin. Wekîlên li dijî astengiya polîsan helwesta xwe nîşan dan rastî mudaxeleya gotinî û fizîkî ya polîsan hatin. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz polîsê jê re tiliya xwe hejand hişyar kir. Li ser vê yekê polîs destê xwe ber bi sîleha xwe ve bir û bi gotina “Ez polîsî dewletê me û baweriya min bi sîleha min tê” Aydenîz tehdîd kir.
Polîsan pankarta komê qetand û HDP’iyan ji ji derdorê dûr kir. Di vê navberê de polîsan destûra rojnamegeran jî nedan kişandinê bikin.
‘EM ZEXTÊN FAŞÎZMA BI TESCÎL DIJÎN’
Piştî mudaxeleya polîsan kom vegeriya ber Navenda Giştî ya HDP’ê û Parlamentera HDP’ê ya Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglu daxuyanî da û diyar kir ku mudaxele û astengiya polîsan tê wateya erêkirina darvekirnê. Kerestecîoglu got ew zextên faşîzma bi tescîl dijîn û armanca çalakiya wan jî ew e darvekirina Panahî rawestînin. Kerestecîoglu got ew li dijî darvekirinane û xwest darvekirina Panahî demildest bê rawestandin.