AMED – ÎRA diyar kir ku li Tirkiyeyê 187 rojnameger girtî ne û di meha tebaxê de 6 rojnameger hatin binçavkirin, 4 ji wan hatine girtin û got: “Dijminahiya AKP’ê ya li dijî çapemeniya azad piştî OHAL’ê ya qaşo hatiye rakirin jî bi zêdebûn didome.”
Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA), Rapora Binpêkirina Mafê Çapemeniyê ya meha tebaxê bi civîna çapemeniyê li avahiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê aşkere kir. Rapora bi kurdî rojnameger Roza Metîna xwend û ya tirkî jî Berdevkê ÎRA’yê Hakki Boltan xwend.
Metîna bi bîr xist ku ji darbeya 12’ê Adara 1971’an û heta îro feraseta neyartiyê ya li dij Çapameniya Azad her hat zêde bû û heta bi roja îro jî didome.
‘NEYARTIYA AKP’Ê LI DIJÎ ÇAPEMENIYA AZAD ZÊDE BÛYE’
Metîna anî ziman ku pir aşkere di serdema desthilatdariya AKP’ê de neyertiya li dij Çapameniya Azad derketiye lutkeyê û wiha got: “Wisa ye ku hemû sazî û dezgên çapameniyê hedefa wan de ye. Kes û saziyên rojnamegeriyê dikin û weşangeriya desthilatdariyê nekin neyarê sereke dibinin û ji her aliyan ve êrîş dibin ser wan. An wan tine dikin an ji liv û lebatê dixin. Li gel ku Rewşa Awarte (OHAL) hat rakirin jî rûmeta saziyên di serdema Rewşa Awarte de hatin girtin li wan nehat vegerandin. Tişta hat kirin ev e ku bi yasayên derxistin Rewşa Awarte kirin rewşa ne awarte û dom kirin. Rapora ÎRA’yê ya meha Tebaxê bi daneyên şênber aşkera dike ku piştî rakirina OHAL’ê jî desthilatdariya AKP’ê neyartiya li dij Çapameniya Azad zêdetir kiriye.”
‘6 ROJNAMEGER BINÇAV KIRIN Û 4 JI WAN HATIN GIRTIN’
Metîna Rapora ÎRA’yê ya meha tebaxê wiha aşkere kir:
“Bi giştî 187 Rojnameger di girtîgehên Tirkiyê de girtîne. Di tebaxê de 6 rojnameger hatine binçavkirin û 4 rojnameger hatine girtin. 8 rojnameger hatin darizandin. 2 rojnameger her yek bi 6 mehan hatin cezakirin. Rojnameger Metîn Duran ê nexweş yê felç bûye nayê berdan. Rojnamegerek di girtîgehê de bi astengkirina cezayê ragihandinê hat cezakirin.”