AMED – Li Amedê heyeta HDP’ê çû navçeya Licê ya ku “qedexeya derketina kolanan” li gundên wê hatiye îlankirin.
Li gundê Helhelê ya navçeya Hezro ya Amedê di navbera esker û endamên HPG’ê de pevçûn derket û hat îdiakirin ku 3 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan e. Piştî helîkoptêran gund û herêmê bombebaran kir, Walîtiya Amedê li gundê Helhelê ya Hezro û li gundên Kerwas, Nenyas, Licok, Zengê û Mişrif ên Licê “qedexeya derketina derve” îlan kir.
Li ser vê biryara qedexeyê parlamenter jî di nav de heyetek ji HDP’ê pêk tê ber bi Licê ve derket rê.
Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Remziye Tosun, Musa Farisogullari, Selçuk Mizrakli û Hevserokê HDP’a Amedê Mehmet Şerîf Çamçi jî di nav heyetê de cih girtin.