NAVENDA NUÇEYAN – Endamê Rêveberê ENKS`ê Abdulbasit Hemo, derbarê tevlîbûna QSD’ê ya operasyona Idlib û rizgarkirina Efrînê de îdea kir ku cihê QSD’ê û YPG’ê di Efrînê de nîne û got: "Ji xwe vay ENKS xebatê dimeşîne."
Endamê Rêveberê Encumena Niştîmanê Kurdên Suriyê (ENKS) Abdulbasit Hemo beşdarî televizyona Serokwezîrê Hikumeta Herêma Kurdistana Federal Nêçîrvan Barzanî Rûdaw Tv bû. Hemo der barê tevlîbûna QSD’ê ya operasyona Idlibê û rizgarkirina Efrînê de axivî. Hemo, der barê nîqaşên dê QSD tevlî operasyona Idlibê bibe an na de îdea kir ku dê QSD nikaribe tevlî bibe. Hemo, pirsa derbarê çalakiyên YPG/YPJ yên li ser Efrînê ku bi armanca rizgarkirina Efrînê de jî bersivand û diyar kir ku bila YPG û QSD tenê bila herêmên Kobanê û Cizîrê biparêzin, parastina Efrînê jî ji xwediyê Efrînê re bihêlin. Hemo weke rêveberên din ên ENKS’ê careke din lixwe mikûr hatin ku ew bi komên çekdar ên girêdayên Tirkiye re bi hevkarî xebatê dimeşînin û niyeta xwe ya ji bo Efrînê jî bi van peyvan anî ziman: “Bila YPG û QSD tenê Kobanê û Cizîrê biparêzin û parastina Efrînê jî ji xwediyê wê re bihêlin. Jixwe heremên ku di bin parastina Mertalê Firat û serweriya Tirkiyê de ne, wê di demên pêş de bibin heremên me.” Hemo bi vê daxuyaniyê careke din niyet û helwesta ENKS’ê aşkere kir ku destê wan di dagirkirina Efrînê de heye.
Di demên cuda de bi riya ragihandê rêveberên giştî yên ENKS’ê yên weke Fesla Yusif, Mihemed Îsmaîl jî nêrînên dişibin yê Hemo anîbûn ziman û helwesta ENKS’ê ya ji bo Efrînê aşkere kiribûn. Berê jî çavkaniyên ji Efrînê ragihandibûn ku endamên ENKS’ê malbat û kesên alîgirên PYD’ê nîşanê komên çekdar didin û komên çekdar ew kes direvandin, îşkence li wan dikir û li hemberî vê yekê pereyan ji malbatan distîne.