AMED – Hat zanîn ku piştî bombebarana li gundê Helhelê ya Hezroyê di malan de xisarek mezin a madî rû daye û şebekeya xetên telefonê hatin qûtkirin. Hat îdiakirin ku di pevçûnê de 3 endamên HGP’ê jiyana xwe ji dest dan e.
Li gundê Helhelê ya girêdayî navçeya Hezro ya Amedê berdestî sibê helîkoptêran navenda gund û dordora gund bombebaran kiribû. Piştî bombebaranê li gund operasyon hat destpêkirin û hat îdiakirin ku 3 endamên HPG’ê jî jiyana xwe ji dest dan e. Gundiyan ragihand ku şebeyekên xetên telefonan hatine qûtkirin û têketin û derketina gund di bin dorpêça eskeran de ne. Hat gotin ji ber bombebaranê di malan de xisarek mezin a madî rû daye û li herêmê pevçûn dijwartir bûye.
Hat zanîn ku esker li gund lêgerînê pêk tînin.
Gundiyan ragihandibû ku piştî bombebaranê qirika wan dişewite, madê wan li hev dikeve û gêj dibin.