NAVENDA NÛÇEYAN - Aktîvîst û siyasetmedarê kurd Ramîn Hossein Panahî ku rastî cezayê darvekirinê ya Rejîma Îranê hat, ji bo kesên li dijî înfazê têdikoşin ji girtîgehê peyama bi dîmen şand. Panahî wiha got: "Ez ji bo azadiya gelê Îranê û bi taybetî ji bo ya gelê Kurdistanê têdikoşim."
Rejîma Îranê, heta niha gelek siyasetmedar û kesayatiyên Kurd darve kirin. Der barê gelek siyasetmedaran de jî biryara darvekirinê da. Yek ji girtiyê siyasî ku der barê wî de biryara darvekirinê daye aktîvîstê Kurd ê 24 salî Ramîn Hisên Penahî ku cezayê îdamê lê hat birîn e. Ramîn Hisên Penahî ji aliyê rejîma Îranê ve cezayê darvekirinê lê hatiye birîn û li Girtîgeha Navenda Senendîc (Sîne) girtî dê darizandin. Berpirsên Girtîgeha Recayî bajarê Taranê ji malbatê re ragihand ku wê roja Sêşema bê kurê we were darvekirin. Aktîvîst û siyasetmedarê Kurd Ramin Hossein Panahî, ji bo kesên ku li dijî înfazê têdikoşin ji girtîgehê peyama bi dîmen şand. Hat diyar kirin ku malbatê 10 roj berê ev peyam kişandine vîdeoyê û piştî vê peyamê 2 roj şûnde dest bi çalakiya girevê kiriye. Panahî di peyama bi dîmen de diyar dike ku hemû sucdariya der barê wî de ne rast e û tawanbariya Îranê red dike. Panahî da zanîn ku ew aktîvîstekî kurd ê sivîl e û ji bo azadiya gelê Îrarê û bi taybetî gelê Kurdistanê têdikoşe.
‘EZ AKTÎVÎSTEKÎ SIVÎL IM'
Panahî di peyama xwe de wiha dibêje: "Silav û rêz. Ez Ramîn Hosseîn Panahîme. Ez li zindana Recayişarê têm girtin. Ez ji hemû kesên piştgirî dan min re spas dikim. Ez aktîvîstê alîgirê azadiya gelê Kurdistanê me. Ez ji gelê îran û Kurdistanê ji ber piştgirî dan min spas dikim. Ev piştgirî min kêfxweş û bi hêz dike. Îdiayên der barê min de ne rast in. Ez ne terorist im. Ez aktîvîstekî sivîl im. Ji bo gelê Îranê û bi taybetî ji bo azadiya gelê Kurdistanê têdikoşim."