AMED – Berdevkên EMK’ê yên meşa wan ji Amedê ber bi Cizîrê ve hat qedexekirin bertek nîşanî pêkanînê dan û daxuyandin ew ê îro bi wesayîtê biçin Cizîrê.
Berdevkên Kongreya Kedkarên Azadîparêz (EMK) Mahmut Alinak û Arkadaş Canpolat xwestin ji Amedê heta Cizîrê meşa “Li dijî hovîtiyê meşa maf” pêk bînin. Alinak û Canpolat ji Qada Îstasyonê dest bi meşa xwek irin û heta gundê Palûkeya Amedê meşiyan û li ser fermana Walîtiya Amedê meşa wan hat qedexekirin. Berdevkên EMK'ê têkildarî qedexekirina meşê daxuyaniya nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de hat bibîrxitsin ku meşa wan li gundê Palûkeya Amedê ji aliyê dewletê ve hat qedexekirin û wiha hat gotin: “Tevî hemû astengiyên polîsan me qada meşê neterikand. Lê êvarê em vegeriyan Amedê. Berê jî meşên wek vê hatine kirin. Lê dewletê mudaxele nekiriye. Lê bes dema yên dimeşin kurd bin, damarên nijadperest ên dewletê dipişpişin û heşim êrîş dikin. Bila viya hemû dinya dizanibe, dewleta Tayyîp Erdogan nikare bi van biryarên qedexeyê pêşiya me bibire. Îro em ê bi rêya bejahiyê biçin Hezex û Cizîrê.”