STENBOL - Li Çekmekoyê ya Stenbolê efserekî polîsek kuşt. Hevjîna polîs û efser jî di bûyerê de birîndar bûn.
Li taxa Çamlikê ya Çekmekoyê ya Stenbolê saet di 07.30'an de di navbera efserk û polîsekî de şer derket. Di şer de polîs û efser çek li hev kişandin û gule berdan hev. Di bûyerê de polîs bi guleya efser hat kuştin. Efser û hevjîna polîs jî birîndar bûn. Piştî bûyerê gelek polîs û yekîneyên tenduristiyê hatin cihê buyerê. Der barê bûyerê de lêpirsîn dan destpêkirin.