ENQERE - Serokê Giştî yê Tum Bel-Senê Erdal Bozkurt, diyar kir ku piştî butçeya rêveberiyên herêmî bi xezîneyên ve girê dan, şaredarî li Tirkiyeyê 150 salan paşve ket.
Serokê Giştî yê Tum Bel-Sen'ê Erdal Bozkurt, biryara ku hemû butçeya ode, komele û rêveberiyên herêmî bi butçeya xezîneyê ve bê girêdan û ji aliyê yek destî ve bê venêrtin rexne kir. Bozkurt, anî ziman ku bi vê guhertinê dixwaze şaredariyên ku ne di desetê wan de jî têxin bin kontrola xwe û hemû şaredariyan ji aliyê navendê ve bi rêve bibe. Bozkur, anî ziman ku li Tirkiye şaredarî di 1860'an de pêş ket û wiha got: "Ceribandina ewil a şaredariyê li Stenbolê kirin. Lê ji ber ku di milê rêveberiya îdarî û malî ve bi navendê ve girêdayî bû, di demek kin de xizmeta wê xetimî û nekarîbû êdî kar bike. Niha jî dixwazin şaredariya wê demê têxin meriyetê. Di serdema 12'ê Îlonê de jî li şûna şaredaran leşker hatin tayînkirin. Lê leşkeran nekarîbû şaredariyan bi rêve bibin. Ji ber vê yekê guhertinên îro der barê şaredariyan de xistin meriyetê emrê wan kin in. Ev zagon dê ne emirdirêj bin. Bi vê guhertinê şaredarî 150 salan paşve xistin. Şaredarî 150 bi şûnve çûn."
'PIRSGIRÊKA ESASÎ BÊDENGIYA LI LEHBERÎ PIRSGIRÊKAN E'
Bozkurt, anî ziman ku li bajarên herêmê li dijî pêkanînên qeyûmê bêdeng dimîne û pirsgirêka herî mezin jî bêdengiya li hemberî pirsgirêkan e. Divê berî her tiştî li dijî pirsgirêk û guhertinên neyînî bertek û nerazîbûn hebe. Piştî li dijî qeyûman deng dernexistin, qeyûm tayîni şaredariyên din kirin. Piştî pergal guhertin û bêdengî tune bû ji bo hemû şaredariyan qanûn guhertin. Niha ji sedî 50'iyê nifûsa Tirkiye ji aliyê kesên ku hatine tayînkirin ve tên rêvebirin. Vîna ji sedî 50 li ber çavan nayê girtin. Hikûmeta AKP'ê ji bo şaredariyên li herêmê têxe bin kontrola xwe van zagonan diguherîne. Bi van guhertinan dixwazin şaredariyên ku nikarin bi hilbijartinê bi dest bixin, bi hikmê zagonan kontrol bikin. Divê venêrtina çêkirina rê, av, binesaziya bingehîn di destê gel de be. Ger ku e yek ji destê gel hat derxitin û her kes li dijî vê yekê derkeve. Divê gel bi xwe xizmeta rêveberiyên xwe yên herêmî diyar bike û vîna gel esas bê girtin.
MA / Selman Güzelyüz