ŞIRNEX – Li navçeya Cizîrê di ser “qedexeya derketina kolanan” a ewil de 3 sal derbas bûn. Gellek sivîlan jiyana xwe ji dest dabû û di sarincan de hatibûn veşartin. Dayika Saît Çagdavul ê jiyana xwe ji dest da Gurbet Çagdavul got: “Yê wê êşê bi me dan kişandin em ê ji bîr nekin. Sotina nav dilê me venamire.”
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di navbera 4 û 12’ê îlona 2015’an de yekemîn “qedexeya derketina kolanan” a ewil a herî dirêj hatibû îlankirin û 3 sal bi ser re derbas bû. Li taxên Cûdî, Nûr û Yafesê bi boneya esker û polîsan çekên giran bikar anîbûn rûxandinek mezin li mal û kargehên taxan pêk hat. Ketin û têketina navçeyê hatibû qedexekirin. Bi rojan bi hezaran şêniyên navçeyê hatibûn şerpezekirin û zehmetiyên mezin kişandibûn.
3 SAL DERBAS BÛ LÊ HÊJ HER TIŞT DI BÎRA WAN DE ZINDÎ YE
Her çiqas demek dirêj di ser de derbas bû lê bûyer wek duh hêj di bîra gel de tazeye. Di rojên qedexeyê de li navçeyê zarok jî di nav de 21 kes jiyana xwe ji dest dan û bi dehan birîndar bûbûn.
Ji van 21 kesan hin kes bi gulebarankirina maşîneyên zirxî û hin kes jî ji ber windakirina xwîna an go ji ber rê girtîbûn negihiştîn nexweşxaneyan jiyana xwe ji dest dan. Di wê serdemê de rayedarên hikumetê welatiyên sivîl wek “terorîst” îlan kirin û ji ber rê girtîbûn welatî neçar man cenazeyên xwe di sarincan an jî li mizgeftan veşêrên heta qedexe rabû. 5 welatî di rojên qedexeyê de û 16 welatî jî piştî rakirina qedexeyê hatin veşartin.
Welatiyên sivîl ên di qedexeyê jiyana xwe ji dest dan wiha ne: “Mehmet Emîn Levent (21), Haci Ata Borçîn (70), Gadban (Xetban) Bulbul (78), Saît Çagdavul (19), Muhammed Tahîr Yaramiş (35 rojî), Cemîle Çagirga (13), Osman Çagli (18), Îbrahîm Çîçek (80), Meryem Sune (53), Ozgur Taşkin (17), Seyît Eşref Erdîn (59), Zeynep Taşkin (18), Maşallah Edîn (35), Mehmet Saît Nayci (17), Selman Agar (10), Bunyamîn Îrcî (14), Mehmet Dokmen (71), Bahattîn Sevînîk (50), Suphî Saral (50), Mehmet Erdogan (75) û Şahîn Açik (70)”
‘EM BÛN ŞAHIDÊ DIKÊN FÎLMAN’
Dayika Saît Çagdavul, Gurbet Çagdavul a kurê wê di qedexeyê de jiyana xwe ji dest da behsa wan rojên qedexeyê kir.
Çagdavul wiha şahidiya wan rojan kir: “Tiştên me di dikên fîlman de didîtin, lê em bûn şahidê zindî. Mala me xera kirin. Me tî û birçî hiştin. Armanca wan ew bû ku gel taxên xwe biterikînin. Ji kîjan kolanê deng bihata wê kolanê gulebaran dikirin. Heron li ser malê me digeriyan. Ku însanan li kolanan bidîtina gulebaran dikirin. Em 8 malbat di malekê de bûn, lê me qet malên xwe neterikand. Nan û av tune bû lê me qet serê xwe netewand û me li ser li ber xwe da.”
‘MIRIYÊ ME DI DESTÊN ME DE MABÛN’
Çagdavul anî ziman ku tişta herî wê bi bandor kir kuştina kurê wê ya li ber deriyê wan bû û wiha dewam kir: “Qey te bigota dinya bi ser serê min de xera bûye. Ez beziyam ser cenazeyê kurê xwe, lê hêj gulebaranê dewam dikir. Me ne cenaze didît û ne jî me dikaribû bibin mizgeftê. Miriyên me di destên me da mabûn. Em neçarbûn cenazeyan bibin malên xwe. Bi zor û belayê me cenazeyan danî mizgeftê. Êvarê cenazeyên me bêkes diman. Ji ber gulebaranê em nikaribûn li mizgeftê bimînin. Ji ber dengên bombebaran û gulebaranê em nikaribûn rakevin. Tu demê topbaranek wiha me nedîtibû.”
‘EW ÊŞ Û AGIR VENAMIRE’
Çagdavul got ji ber av tunebû nikaribûn cenazeyê kurê xwe bişon û wiha got: “Em ê tu carê ji bîr nekin. Yên vê êşê bi me dan kişandin em ê tu carî ji bîr nekin. Elbet em ê rojekê hesabê vê yekê bipirsin. Cizîr bû şahidê gellek êşan û ev êş hemû di nav dilê me de ne. Berî kêf û şahî li Cizîrê hebû. Lê niha xemgînî serdest e. Polîs û esker hêj zextan li ser gel dikin. Êşa me wek a roja ewil taze ye. Wê tu demê ew agir di dilê me de venemire. Ne em ê û ne jî zarokên me dê wê hovîtiyê ji bîr bikin. Em ê wek gel yekîtî û hevgirtina xwe xera nekin.”