MANÎSA - Di ser doza komkujiya Soma re 4 sal barîn. Cezayê ku li bersûcan hat birîn bû sedema niqaşan. Heyeta dadgehê piştî biryar da, hinceta biryarê aşkere kir. Heyetê di biryara bi hincet de yek bi yek kemasî û îhmalên facîazê rêz kirin. Heyetê xwediye Kargeriya Komiar Soma A.Ş. Can Gurkan wekî berpirsiyarê sereke nîşan da. Prz. Can Atalay, diyar kir ku wan serî li rêya îstînatê daye li benda encamê ne.
Di 13'ê Gulana 2014'an de li navçeya Soma ya Manîsayê, 301 madenvan di madenê de jiyana xwe ji dest dan. Heyeta dadgehê piştî 4 salan biryar da, lê biryara dadgehê bû sedema niqaşan. Dema komkujiya Somapek hat, Serokomar Tayyip Erdogan serokwezîr bû û muşawîrê wî yê çapemeniyê Yusuf Yerkel, pehîn avêtibûn malbatên mexdûr. Di vê cinayeta karî ya ku bi vê dîmena Yerkel di bîra mirovan de ma, hemû peywirdarên cemaweriyê yên ji facîayê berpirsiyar hatin parastin. Serokê Lijneya Rêveberiya Şîrketa Anonîm a Komura Somayê Can Gurkan, Gerînendeyê Giştî Ramazan Dogru û Gerînendeyê Kargehê Akin Çelik jî di nav de 8 kes hatin girtin, lê dozgerê lêpirsînê der barê xwediyê eslîn yê madenê Alp Gurkan de biryara "neşopandinê" dabû. Destûra lêpirsînê ya der barê xebatkarên burokrasiyê yên ji cinayetê berpirsiyar de jî, ji aliyê Wezîrê Ewlehiya Civakî yê wê demê Faruk Çelik ve hatibû astengkirin. Piştî gelek zehmetiyan, di 2'yê Adara 2015'an de der barê komkujiyê de îdianame hat amadekirin û ji aliyê dadgehê ve hat qebûlkirin. Di îdianameyê de der barê 8 kesên girtî de bi tawanbariya "Kuştina bi qesda muhtemel" 301 caran 20-25 sal, û bi tawanbariya "Ji ber birîndarkirina giran" jî 162 caran 2-6 sal cezayê girtîgehê hat xwestin. Der barê 38 kesên ku bi awayekî negirtî tên darizandin de jî hat xwestin ku di navbera 2-15 salan de bên cezakirin. 5 jê girtî 51 kes hatin darizandin. Di danişîna biryarê de ji bo xwediyê madenê Can Gurkan 15 sal cezayê girtîgehê hat birîn û xwediyê şirketê yê berê bavê wî Alp Gurkan jî beraet kir. Cezayek wisan kêm ku ji bo bersûcan hat dayîn, rastî nerazîbûn û bertekên malbat, parêzer û raya giştî hat.
Heyeta dadgehe piştî biryar da 45 roj şûnde biryara bi hencet aşkere kir. Dadgehe di biryara bi hincet de bal kişand ser parastina bersûcan, vegotinên malbatên mexdûran, mexdûrên bi birîndarî xelas bûn û gelek rastiyên maddî. Heyetê cih da delîlên şênber. Heyetê di biryare de cih da bûyer, daxuyaniyên magdur û muştekî, daxuyaniyên şahid, bersûc, rapora kesên zana, rapora saziya tipa edlî, projeyên revizeyê, makbûzên enametê û defteran û gelek delilen şênber. Disabal kişand ser rapora kesên zana ya 5'ê Îlona 2014'an û Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsa Tirkiye, (TBMM), rapora Saziya Ewlehiyê ya Wezareta Ewlehiya Xebat û Civaki. Dîsa cih da biryarên emsal yên der barê kargeriya Komirê ya Somayê.
Heyetê sedema teqînê agir nişan da û wiha got: "Bi agirê ku pê ket re, jahrîbûna karbonmonoksitê pêk hat. Ji ber vê yekê gumana sabotajê nehatiye dîtin. Li gori qenaeta me agir ji kabloyên ceyranê an jî banda ku komirê neqil dike pêketiye. Ji ber agir nehatiye kontrolkirin, agir bi text û plastikan ketiye. Piştre agir xwe avêtiye toza komirê û mezin bûye. Piştî gaz civiya ye ser hev teqîn pêk hatiye. Dîsa ji ber hewa asê maye û hewa derbasî hundir nebûye jahrîma karmonmonoksît ê pêk hatiye.
FÎRMAYÊ KÊMASÎ DÎTIYE LÊ DÎSA XEBAT BERDEWAM KIRIYE
Heyetê bal kişand ser kêmasiyê fîrmayê û da zanîn ku li gel fîrmayê kêmasî dîtiye jî îhmal kiriye û dîsa xebata ocaxê berdewam kiriye. Heyetê da zanîn ku firmayê kêmasî tespît kir, lê ji bo çareseriyê gav neavêt. Heyetê da zanîn ku li gel fîrmaya kar bi rêve dibe der barê tedbîran deproje amade kiriye jî nexistiye meriyetê. Ji ber proje liser kaxizê maye bûye sedema îhmalê. Dîsa heyetê da zanîn ku rêya duyemîn a têkiliyê tune ye û ji ber vê yekê rêya ku karker nefesê bistînin tune ye. Heyetê da zanîn ku ligel kêmasiyan û tespît kirine ku binesazî ranake jî dîsa hilberîn duqat zêde kirine.
XWEDIYÊ FÎRMAYÊ: AGIRÊ WISA LI SOMA ASAYÎ YE
Heyetê cih da daxuyaniyên berpirsiyarê Firmayê Can Gurkan. Gurkan, di îfadeya xwe de got "Li soma agirê wisa normal e û wiha got: "Dema me ev der ji Parkê dewir girt, vir dişewitî." Serokê Rêveberiya Şirketê Eynez Ocagi jî anî ziman ku ji destpêkê heta niha der barê agir û bingeha kanê de xwedî agahî bûn.
‘CAN GURKAN BERPIRSIYARÊ YEKEMÎN E
Heyetê di biryarê de da zanîn ku xwediyê Kanê Can Gurkan berpirsiyarê bûyerê yekemîn e. Heyetê kêmasiya biryara Dadgeha Cezayê Giran a Akhisarê ya "Kuştina bi guman" rast kir û wekî “Kuştina bi zanebûn û plankirî" Rast kir. Heyetê der barê Serokê Rêveberiya Şîrketê Can Gurkan bi sedema bi zanebûn rê li kuştinê vekiriye 15 sal ceza da. Disa biryar da ku 3 salan karê madenê lê xedexe bike.
KÊMASIYÊN SAZIYÊN FERMÎ NEHAT DÎTIN
Heyeta ku hemû sûc avêt ser xwediyê şîrketê kêmasî û îhmala Saziya Kargeriya Komirê ya Tirkiye (TKİ), ku der barê enerjiyê de plan û bernameyan çê dike û venêrtina enerjiyê dike nedît. Her wiha tu ceza li wê nebirî.
PARÊZER ATALAY: ME SERÎ LI ÎSTINATÊ DA
Parêzerê malbatnên mexdûran Can Atalay jî diyar kir ku ji ber xwediyê kana komirê Can Gurkan bi zanebûn û dîsa bersûcên din jî bi zanebûn bûne sedema facîayê û di vê mijarê de cemawerî bi awayekî îkna gavên hiqûqî nehatiye avêtin, searî li rêya îstinatê dane. Atalay, anî ziman ku li benda encamê ne.
SHD: DI NAVA BIRYARÊ Û CEZA DE NAKOKÎ HENE
Serokê Komeleya Mafên Civakî (SHD) Kamil Kartal jî ani ziman ku di biryara bi hincet a dadgehê de di navbera biryarê û ceza de nakokî hene. Kartal, da zanîn ku li gorî biryarê ceza nehatiye dayîn û bi mudaxaleyên siyasi sermayedar hatine rizgarkirin û çav li ceza hatiye girtin.
‘ÎSTINAF NEBE EM DE SERÎ LI DMME'YÊ BIDIN
Kartal, anî ziman ku heyeta dagehê sektorên sermayê û patronan diparêzin û biryarê ku li pêş sermayeyê nebe asteng daye. Kartal, anî ziman ku hikûmeta heyî nêzî 10 salin polîtîkayên enerjiyê xistine meriyetê û bi van polîtîkayan dest bi santralên termikê kirine. Kartal, anî ziman ku xuya dibe ku ev pêvajoya van polîtîkayan dê bidome û wiha got: "Hikûmet bi awayekî xwezayî dixwaze pêvajoya ku patronên madenê netirsîn pêş bixe. Ev ceza, ne cezayên ku patron heq dikin in. Li holê 301 can heye. Divıya bû ku serbest nehatina berdan û bê ceza nehatina hiştin. Dê 2 salan di girtîgehê de bihêle û piştre tevan serbest berde. Gerku encam ji îstînafê dernekeve em dê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) bidin. "
'EM DIFIKIRIN KU DÎSA BIMEŞIN ENQEREYÊ'
Gulsum Çolak a kurê xwe Ugur Çolak di faciaya kanê de jiyana xwe ji dest da jî diyar kir ku hemû zagon ji bo sermayeyê biparêze hatine avakirin û hewce be dê bimeşin Enqereyê. Çolak, da zanîn ku heyeta dadgehê wekî xelat bide ceza daye bersûcan. Çolak, destnîşan kir ku Tirkiye bûye welatê kuştiyan û wiha got: "Ger ku biryar neyê guhertin em difikirn ku bimeşin Enqereyê."