AMED - Dadgeha Cezayên Giran a Amedê, li Melayê teqawît Endamê DÎAY-DER'ê Abdulkadîr Anar, ji ber li ser cenaze nimêj kir û nimêja Înê ya Sivîl da kirin, bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê birî.
8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê li melayê teqawît û endamê DÎAY-DER'ê Abdülkadir Anar (63) bi hinceta li ser cenaze nimêj kiriye, Nimêja Înê ya Sivîl daye kirin, bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh cezaye girtîgehê birî. Anar, piştî di sala 2003'an de taqawît bû, bû endamê Komeleya Piştevanî û Şewirmendiya Oldaran a Amedê (DİAY-DER). Anar hem endamê DÎAY-DER ku bi KHK'ê hat girtin bû û hem jî Endamê meclisa Şaredariya Rezan a DBP'î bû. Anar, bi hinceta di çarçoveya xebatên şaredariyê de tev li merasima cenazeyan bû û li ser cenazeyan nimêj kir û li dijî şer beşdarî çalakiyen Nimêja Înê ya Sivîl bû, der barê wî de doz hat vekirin. Dozger bi îdîaya di bin navê DÎAY-DER'ê de mela bi rêxistin kirine, endamên rêxistinê di bin baneyê DİAY-DER'ê de tev li merasima cenazeyan û şînê kiriye wekî “Endamtiya rêxistinê" nîşan da.
DADGEHÊ 6 SAL Û 3 MEH CEZA BIRÎ
Anar ku 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê birî, bertek nîşanî biryara dadgehê da û diyar kir ku ew dê dîsa beşdarî merasima cenazeyan bibe. Anar, anî ziman ku ew rêgez û pîvanên îslamêli gorî heqîqetê pêk tîne û wiha got: "Kî dibe bila bibe ez dê beşdarî merasima cenazeyên wan bibim. DÎAY-DER ji bo mafê melayên teqawît xebatê dimeşîne. Mafê meleyan diparêze. Nimêjên Înê yên Sivîl ji ber ku komeleyê amade dikir ez beşdar bûm. "
Parêzerê Anar Soran Haldi Mizrak jî anî ziman ku 14 axaftinên telefonê delîl nîşan daye û wiha got: "Muwekilê min bi hempîşeyên xwe re hevdîtin kiriye. Tevlêbûna merasima cenaze û mewlûdê wekî karê rêxistinî nîşan daye. Wezareta Karên Diyanetê jî bi awayekî fermî diyar dike ku ne tenê merasima cenazeyê misilman, beşdarî hemû merasima cenazeyan li gori pîvanên Îslamê ye. "
Prz. Mizrak, da zanin ku muwekilê wî erk û peywira xwe ya olî pêk anîye û di heman demê de melayê medreseyê ye. Parêzer di dadgehê de beraeta muwekilê xwe xwest lê heyeta dadgehê disa li mela Abdulkadir Anar bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh ceza birî. Prz Mızrak, serî li Dadgeha Herêmî ya Dîlokê da.