AMED – Yekîneya Lihevhatina Civakî ku diviyabû 6 meh berê bi Navenda Xizmeta Civakî ya Peyasê bi fermana Waliyê Amedê cihê xwe hat guheztin re vebûna, encax di serê meha Tebaxê de vekirin. Lê her çend yekîne hat avakirin jî di nava wê de tu alavên aktîvîteyên civakî nîn in. Qalik heye lê zerdik tune ye.
Yekîneya Lihevhatina Civakî ya divê xizmetê bide tiryakêşan û wah li civakê bide vegerandin di serê meha Tebaxê de di bin banê Navenda Xizmeta Civakiya Kayapinarê ku bi Miduryeta Bajarê Amedê ya Polîtîkayên Civakî û Malbatiyê ve girêdayiye vebû. Lê ji bo Yekîneya Lihevkirina Civakî xizmetê bide kesên tiryakêş û wan ji nûve li civakê vegerîne di Yekîneyê de tu alavên xizmetê nîn.
ÎDIA EV E KU LI SER QEWLÊ AÇAR WALÎ FERMAN DA Û CIH HAT GUHEZTIN!
Li gor agahiyên hatin bidestxistin piştî nirxandinên di nava Midûrê Palîtîka û Malbatê ya Bajarê Amedê Halît Açar û Waliyê Amedê Hasan Basrî Guzeloglu de pêk hatin cihê Navenda Xizmeta Civakî ya Kayapinarê ku ji Çileya 2013’an û heta Sibata 2018’an li Bulvara Dîclekentê bûn 6 meh berê veguheztin taxa Çolguzeliya TOKÎ’yê.
Sedemê guheztinê qewlê ku Guzel dabûn Walî bûn. Li gor qewlê hatibûn dayin divê Yekîna Lihevkirina Civakî û Navenda Xizmeta Civakî bi hev re vebûna û bi hev re jî dest bi kar bikira. Lê bi hev re venebûn. Beşa xizmetê divê bide kesên tiryakêş û wan careke din li civakê vegerînê di serê meha Tebaxê de hat vekirin.
QALIK HEYE LÊ NAVEROK VIKÎ VALAYE
Yekîneya Lihevkirina Civakî pêk hat. Tabelayeke balê dikêşe hat daliqandin. Lê nava xwe vikîvalaye. Ji ber vê jî heta niha tu xizmet nedaye kesên pêwîstdar.
DI NAVBERA AÇAR Û GUZELOGLU DE NÎKAŞ
Hat îdiakirin ku ji ber vekirina dereng a bîriman di navbera Açar û Guzeloglude nikaş derketin. Tê gotin ku Yekîneya Lihevkirina Civakî di odeyeke teng de hatiye bicihkirin û nava xwe vikîvalaye. Alav nîn e ku xizmet bike.