Fuat Ercan: Piştî pençeşêr bedenê zeft bike aspirin nabe derman

img
STENBOL - Zanyarê Civakî Fuat Ercan, bal kişand ser krîza aborî ya li Tirkiye û diyar kir ku îktîdara siyasî her ku daxuyanî dide û xwe tev dide bêtir krîza aborî kûr dibe. Ercan, anî ziman ku Tirkiye 16 salin nexweşê tayê ye û her dem di nava krîzê de ye û wiha got: "Îktidar hewl dide nikare bi hebên êşbirê vê krîzê derbas bike. Piştî pençeşêra aboriyê beden zeft kir û şûnde ev pakêtên çareseriyê nabin derman." 
 
 
Li Tirkiye roj bi roj qîmeta dowîz li hemberî TL zêde dibe. Her ku dolar û euro zêde dibe li Tirkiye kriza aboî kûr dibe. Kriza aborî ku li Tirkiye zêde dibe bandora xwe li ser xaza xwezayî, ceyran, av, şekir, çay, rûn û hemû jiyanê dike. Her çend hikûmet daxuyaniyan bide û bêje krîz tune jî lîsteyen krîn û firotina li bazar û marketan dijberi vê yekê nîşan dide. Dîsa fatûreyên ceyran, av û xaza xwezayî dijberî vê yekê nişan dide. Têkildarî krîza aborî Zanistanê Civakî Fuat Ercan ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. Ercan, diyar kir ku krîza heyî ne tenê krîza aborî ye û wiha got: "Ev krizaheyî encama nexweşiya 16 salan e. Tirkiye 16 salin di tayê de ye. Bi krîzê re şer dike. Ev krîz niha bûye pençeşêr û belav bûye. Krîz her dem di kêliyekê de xwe nîşan nade. Her dem binyatek wê û pêvajoyek wê heye. Niha rewşa Tirkiye ketiye nav wekî pençeşêra ku bedenê dorpêç bike ye. Niha li şûna pakêten der barê krîzê de tên pêşkêşkirin divê bizanibin ku krîzê çawa dest pê kir û pêş ket. Dema ku doviz û faîz radibe, krîz dikeve rojevê. Nirxandin tên kirin. Lê divê tenê li ser daneyê rojane û germ analîz neyên kirin. Divê li ser binyat û koka wê analîz bên kirin. Niha pençeşêr hemû bedena Tirkiye zeft kiriye. Li şûna hemû nexweşiyê tahlîl bikin û derman bikin, tenê li birînê dinerin. Ev nabe çareserî."
 
'HIKÛMET RASTIYÊ DIGUHERÎNE Û CIVAKÊ ŞAŞ AGAHDAR DIKE' 
 
Fuat Ercan, bal kişand ser polîtîkaya hikûmetê ya li hemberî pirsgirêkê û wiha axivî: "Niha hikûmet mijara Rahip  û DYA dike rojev û diyar dike ku ‘şerê aborî pêş dixin" Bi vî rengî rastiya rojevê diguherîne û ciakê şaş agahdar dike. Wekî ku ne faktorek muhîm be nezîk dibe. Mirov tenê krîzê di qada aborî de nîşan bide şaş e. Ji ber ku krîza li Tirkiye êdî bûye krîza civakî. Êdî mudaxaleyî jiyana civakê dike. Îktîdara siyasî aktorên mekanizmayê sermayedaran dide pişta xwe. Bingeha krîzê ji 16 sal berê tê. Kemal Derviş di 2000-2001'an de got 'Em dê sehayê biguherin. Hûn dê gol bavêjin kaleyê. Bi vê yekê bal dikişand ser erk û rola zêde ya îktîdara siyasî. An jî bal dikişand ser sermayeya navneteweyî."  
 
DI TALOQKIRINÊ DE SERKEFTÎ YE
 
Ercan, bal kişand ser aliyê hikûmetê yê ku çawa ser pirsgirêkê bincil dike û wiha berdewam kir: "Hikûmet di mijara veşartin û taloqkirinê de serkeftî ye. Her dem girseyekê dide pişta xwe û îktîdara xwe ya siyasî xurt dike. Her ku dema ketin nava hewldana rizgarkirinê beden bêtir lawaz bû. Hat xistin. Dema bedenê taloqkirin qebûl nekir jî bi rêbazên din ser girtin. Niha divê em li encamê binerin an em li sedemê binerin? An jî em li birêvebirinê binerin. Bê guman divê hemû bi hevre bê dîtin. Îktîdara siyasî ji bo hêza hilbijêrên xwe bide pişta xwe projeyên dem kurt xistin meriyetê. Ji bo hin sermayedaran jî projeyên demdirêj xistin meriyetê. Niha ketiye rewşek pir zor. Êdî di milê dayîna deynan de ketiye zor û zahmetiyê. Êdî civak nikare ji nûve biafirîne. Êdî nikare xwe derbasî pêşerojê bike. Êdî ketiye pêvajoya dahftanê. Niha krîz bandorê li ser bedenê dike."  
 
'ÎNTÎHAR, TUNDIYA ZAYENDÎ Û NIJADÎ ÊRÎŞ ENCAMA KRÎZÊ YE' 
 
 
Ercan,  da zanîn ku întîhar, tacîz, tundiya zayendî û nîjadî ku di nava civakê de pêş dikeve encama vê krîzê ye û krîz êdî bi vî rengî xwe dide der û wiha bi dawi kir: "Tirkiye demek dirêj e di krîta tayê de ye. Îktîdara AKP'ê 16 salin bi mudaxaleyên polîtîk hewl dide mudaxale bike. Dibe ku di milê sermayeyê de guhertin hebe. Li welatên ku kêm pêş ketiye û nû dest bi kapitalistbûnê kirine, komên sermayeyê ku xwe bi sernameya navneteweyî ve dizeliqîne, dema bi sermameya navneteweyî ve xwe zeliqand, divê xwe biguherîne û veguherine. Dema Sernameya Navneteweyî ket nava herikîna agahiyên meta û we pêdivîya vê yekê pêk neanî, beden lawaz dibe. Her ku beden lawaz dibe sînyalan dide. Bunye sînyalan dide û zor lê tê. Ger ku hûn nikaribin pêdiviyê wê pêk bînin, êdi hûn nikarin paşve jî vegerin. Êdi di hundir de jî pirsgirêk derdikevin holê. Piştî vê yekê taya laşê mirov zêde dibe. Buhabûn û zêdebûna faîz û dowîzê jî encama vê yekê ye. Piştî polîtîkayên li bajarên kurdan, civak ji bo ji nûve ava bike ket nava krizên kûr. Dîsa ji ber lêçûna van polîtikayan gelek zêde ye bandore dike. Di vê astê de lêgerîna çavkaniyan, arizîkirin, sektora înşaetê projeyên har, xistin rojevê. Maden, ava zikê erdê, daristan tev talan kirin. Tev pêşkêşî piyaseyên cîhanê kirin. Vê yekê bandora xwe li ser krîza siyasî kir. Îktîdara siyasî li şûna krîza tewletê çareser bike, ket nava derê çareseriya pirsgirêkên xwe. Krîza heyî di heman demê de nakokiyên îktîdarê jî derdixe holê. Wekî ku herî bi hêz be xwe dide nîşan. Lê di serdema herî lawaz deye. Ji ber vê yekê her dem dixwaze zextan û tundiyê zêde bike. 
 
HÊJ KRÎZA ABORÎ ZÊDE BANDORA XWE NEDAYE DER
 
Ercan, destnîşan kir ku hêj krîza aborî zêde bandora xwe nedaye nîşan û wiha lê zêde kir. "Dowîz ji sedî 40 zêde bû. Vê yekê bandorek neyînî li ser sektora dewlet, taybet û şaredariyan kir. Deynê malbatan zêde kir. Ev pirsgirêk dê di demsala payizê de bêtir zelal bibe. Dewlet ji bo vî halê tayê û nexweşiyê veşerê li aliyekî zextên li ser civakê zêde dike, Li aliyê din hişekî cuda ava dike û rastiyê vedişêre. 
 
 
MA / Servet Karaduman
 

Sernavên din

04/09/2018
16:15 Li Mazgêrdê hewldana tacîzê
16:15 Ji ber ku kar nedît xwest întîxar bike
16:10 ‘Li herêma şewatê yekîneyên veşartî hene’
15:46 Akar bi Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê Jeffrey re hevdîtin kir
15:23 'Ji bo peyva birêz Ocalan lêpirsîn vekirin’
14:26 Bîlgen: Divê partî ji Hilbijartina 24'ê Hezîranê ders derxin
14:10 Malbatê bi Panahî re hevdîtin kir: Dixwazin min darve bikin
14:06 Saziyên bazirganiyê yên Amedê: Bila ji bo Kurdistana Federe seferên balafiran dest pê bike
13:41 SOHR: Rûsyayê Îdlîp bombebaran kir
13:22 Temellî: Dem dema demokrasiya herêmî û gel bigîhîjin hev e
13:06 Ji bo Panahî banga danekirina Îranê kir
12:46 Dadgehê gefa dê wan derbixin derve li parêzeran xwar
12:24 Polîsan destûr neda HDP’î derbasî goristanê bibin
12:12 Piştî 3 salan dosyeyên wan yek bi yek tên girtin
12:01 Gelek girtiyên li Antalyayê sewqî girtîgehên cuda hatin kirin
11:55 Malbata Panahî: Em li ber deriyê girtîgehêne, agahî ji Panahî tune ye
11:06 Aydenîza gef lê hat xwarin: Emê têkoşîna xwe bidomînin
10:30 Hevserokê HDP'a Îskenderûnê hat binçavkirin
10:24 Daristanên Colemêrgê dişewitin
09:54 Endamê PDKS’ê Îsa: Şerê li Sûriyeyê bi guhertina hişmendiya Şamê ve girêdayiye
09:50 Dundar a HDP'î: Astenkirina definkirina cenaze di hiqûqa dijminantiyê de jî tune
09:19 Li Êlihê fuhûş û tiryak belav dibe!
09:18 Mehmet Sîncar 25 sal berê hat kuştin: Li Tirkiyeyê tu tişt neguherî
09:17 Bi salan e portreyê Şahmeran li ser sifir dineqişîne
09:15 'Çapemeniya nivîskî li ber girtinê ye'
09:14 ‘Têkoşîna ji bo aştiyê têkoşîna ji bo tecrîdê ye'
09:13 Bateyî: Divê her kurd ji xwe bipirsa 'Îro min ji bo zimanê xwe çi kir' bike
09:00 ROJEVA 4'Ê İLONA 2018'AN
03/09/2018
18:54 Qedexeya li Licê û Hezroyê bi dawî bû
17:37 Dayika 73 salî ji bo bê berdan 4 mehin li benda raporê ye
17:16 Rêxistinên civakî qedexekirina çalakiya xizmên windayan şermezar kir
17:15 Heyeta HDP’ê li Helhelê ye: Bombebaran û gulebaranê jiyana gundiyan xistiye talûkeyê
16:57 Fadil Şenyaşar ê bav û 2 birayên wî hatin kuştin di hucreyê de tê girtin
16:51 HDP’iyan kesên ji ber şarbonê rakirin nexweşxaneyê ziyaret kirin
16:47 Polîsan mudaxaleyî çalakiya ji bo Panahî kir û 4 kes binçav kirin
16:40 Sînorê Dîlokê ji bo 15 rojan hat qedexekirin
15:31 CHP: Li Enqereyê 100 sewal bi Şarbonê mirin
15:28 Li Helhelê mal gulebaran kirin: Bav, dayik û Roza 2 salî binçav kirin
15:18 Daristana Geliyê Rojê 3 rojin dişewite
15:03 Baroya Amedê: Beyî pirsgirêka kurd pirsgirêkên din çareser nabin
14:52 Polîsan wekîlên HDP’ê tehdîd kir: Ez bi sîleha xwe bi bawerim
14:09 ÎRA’yê rapora tebaxê aşkere kir: 4 rojnameger hatin girtin
14:04 Ji bo kampa Telhamutê lêkolîn bikin serî li Îdareya Koçberiyê dan
13:40 Heyeta HDP’ê çû Licê
13:39 Rêveberê ENKS’ê Hemo: Cihê YPG’ê li Efrînê nîne
12:31 Navenda gund bombe kirin
11:55 Ji Hosseîn Panahî ê rastî cezayê darvekirinê hatiye peyam
11:54 Berdevkên EMK’ê: Qedexe nikarin pêşiya me bibirin
11:39 Hevserokên jin ên HDP’ê li hev kom bûn
11:28 Li gorî TUÎK'ê ji sedî 17.90 enflasyon zêde bû
11:02 ‘Şer zilma dewletê zêdetir kir’
10:55 Li Stenbolê Efserekî polîs kuşt
10:22 Serokê Giştî yê Tum Bel-Senê: Şaredarî 150 sal paşve ket
10:19 3 sal derbas bû lê agirê dilê wan venemirî
10:08 Bîlgîn: Hikûmet armanc dike jinê di malê de hepis bike
09:10 Di doza Soma de hemû îhmal û kêmasî got lê ceza nebirî
09:10 Melayê li ser cenaze nimêj kir 6 sal û 3 mehan ceza kirin
09:09 Qalik heye lê zerdik tune
09:09 Fuat Ercan: Piştî pençeşêr bedenê zeft bike aspirin nabe derman
09:08 Arat: Daxuyaniyên Transfobîk pişta qatilan miz dide
09:00 ROJEVA 03'Ê ÎLONA 2018'AN
08:41 Helîkoptêran gundê Helhelê bombebaran kir
02/09/2018
23:22 Parêzerên Cizîrê dê Tirkiyeyê li dadgehên navneteweyî gilî bikin
18:51 Hamzaoglu: Gel dê aştiyê bînin
Temellî: Şer bi rakirina tecrîdê bi dawî dibe
17:51 Dayikan li qada mîtîngê bang kirin: Em dê aştiyê diyarî zarokên xwe bikin
17:24 Li Sakarya qeza pêk hat: 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
17:01 Mîtînga 'Aştî nayê tecrîdkirin' bi axaftinan dest pê kir
16:14 Bi deh hezaran dimeşin mîtînga aştiyê ya Bakirkoyê
14:43 Şewata li Çemê Roj didome
14:11 Ji ber krîza aborî 7 rojnameyên herêmî nehatin çapkirin
13:57 Piştî 3 salan qedexeya li ser Birca Kecikê radibin
11:44 Li Dîlokê maşîna karkeran qeza derbas kir: 7 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:28 Ciwan li Dortmunê ji bo azadiya Ocalan dimeşin
11:05 Petrola herikî li peravê Foça û Aliaga belav bû
10:15 Erdogan: Bazirganiya Navneteweyî bêtir bi dolaran ve tê girêdan
09:46 Gelo dixwazin kujerê Selmanê 9 salî veşerin ?
09:28 Li Idlibê her kes ketine pey berjewendiyên xwe
09:01 'Em ê her dem li wê qadê bin'
09:00 Taşdemîr: Em ê di hilbijartina herêmî de destkeftiyên xwe paşve bistînin
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÎLONA 2018'AN
01/09/2018
19:39 Rewşa girtiyê nexweş Sari her diçe girantir dibe
18:49 Gokkan: Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina hemû Rojhilata Navîn e
Temellî: Şere li Rojhilata Navîn bi Tecrîdkirina Ocalan dest pê kir
16:53 Di Roja Aştiyê de çalakiya dayikên 'aştîxwaz' hat qedexekirin
16:49 Hevserokên HDP, KCD'ê ketin qada mîtîngê
16:14 Di teqîna EZAZ'ê de hêjmara kuştiyan gihişt 15'an
15:33 Cûdî du roj şewitî: Darên fistiqan şewitîn
15:20 '23 salin em li vir in, em venagerin'
15:19 Şewata li Licê didome
14:59 Destûra 'Çalakiya F’ jî nehat dayîn
14:46 Heyeta KESK’ê li Dersimê şewatê ji dûr ve çavdêr kir
14:32 Li Dersimê vê carê jî şewat li Newala Roj derket
14:31 Walî Êlihê jî çalakiya Şemiyê qedexe kir
14:09 'Di 3 salan de 4 hezar û 300 kes hatin kuştin, 7 hezar kes birîndar bûn'
14:02 Dadgehê biryara berhevkirina belavokên mitînga 1’ê Îlonê da
13:07 Polîsan mudaxaleyî bîranîna Komkujiya Enqereyê kir
12:22 Dayikên Şemiyê astengiya polîsan nas nekir û daxuyanî didin
12:06 Li Ezazê teqîn: 2 kes mirin û gelek kes birîndar bûn
12:00 Walî çalakiya xizmên windayan a Amedê qedexe kir
11:54 Şewata daristana Bedlisê hat vemirandin, lê daristan nema
11:44 Cenazeyê karkerê din ê di Dîcleyê de fetisî hat dîtin