STENBOL – Seroka Komeleya LGBTÎ ya Stenbolê Kivilcim Arat, diyar kir ku bi zêdebûna gotinên nifrînê û polîtîkayên bêcezatiye re cînayetên trans jî zêde dibin û polîtîk in. Arat, diyar kir ku kesên zagonan çêdikin û pêk tînin, bi daxuyaniyên homo/transfobik pişta kujeran miz didin.
Bi polîtîkayên hikûmetê û daxuyaniyên îktîdarê re tundî û gotinên nifrînê yên li ser jinan û LGBTÎ jî zêde dibin. Têkildarî êrîşa li ser jinan û endamên LGBTÎ nerazîbûn zêde dibin. Di sala 2016'an de ji ber gotinên nifrînê jina trans û û parazvana mafê LGBTÎ Hande Kader hat kuştin û heta niha der barê lêpirsîna wê de tu gav nehatiye avêtin. Herî dawî di 25'ê Tebaxê de li Beyoglu ya Stenbmolê jina trans Esra Ateş ji aliyê mêr ve hat kuştin. Li ser bertekên zêde mêrê ku Ateş kuşt hat girtin. Li gorî lêkolîna Transgender Europe ya 2016'an, di cîhanê hezar û 731 kes ji ber nasnameya trans hatin kuştin. Yek ji welatê herî zêde endamên trans tên kuştin Tirkiye ye. Tirkiye de nava welatê Ewropa de yekemîn û di nava welatê cîhanê de welatê 9’emîn e. Li gorî qeyd û raporên Tirkiye yên ji çileya 2008'an heta nîsana 2016'an di nava 8 salan de 43 trans hatine kuştin.
Di 2018'an de 4 endamên trans hatin kuştin û 11 kes rastî êrîşa fîzîkî hatin. Seroka Komeleya LGBTÎ ya Stenbolê Kivilcim Arat, diyar kir ku bi zêdebûna gotinên nifrînê û polîtîkayên bêcezatiye re cînayetên trans jî zêde dibin û polîtîk in. Arat, diyar kir ku kesên zagonan çêdikin û pêk tînin, bi daxuyaniyên homo/transfobik pişta kujeran miz didin. Arat, anî ziman ku cînayetên pêk tên polîtîk in û wiha got: "Bi deh salan in bi rêk û pêk li pey hev cînayet pêk tên. Bi taybetî jin dibin hedef. An tên kuştin an jî zorê li wan dikin ku intîhar bikin. Piştî cînayetê lekolîn nayên kirin û delîl tên reşkirin. Polîs û leşker li cihê bûyerê delîlan kom nakin. Îfadeyên hemû qatilan ên li qereqolê wek hev in. Bi sedan cînayet hatin kirin, hemû dişibin hev û êfade yek in. Daxuyaniyên rayedaran ên transfobîk piştakujeran miz dide.
MA / Necla Demîr