* Dadgeha Cezayên Giran a Amedê, li Melayê teqawît Endamê DÎAY-DER'ê Abdulkadîr Anar, ji ber li ser cenaze nimêj kir û nimêja Înê ya Sivîl da kirin, bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê birî.
* Yekîneya Lihevhatina Civakî ku diviyabû 6 meh berê bi Navenda Xizmeta Civakî ya Peyasê bi fermana Waliyê Amedê cihê xwe hat guheztin re vebûna, encax di serê meha Tebaxê de vekirin. Lê her çend yekîne hat avakirin jî di nava wê de tu alavên aktîvîteyên civakî nîn in. Qalik heye lê zerdik tune ye.
* Zanyarê Civakî Fuat Ercan, bal kişand ser krîza aborî ya li Tirkiye û diyar kir ku îktîdara siyasî her ku daxuyanî dide û xwe tev dide bêtir krîza aborî kûr dibe. Ercan, anî ziman ku Tirkiye 16 salin nexweşê tayê ye û her dem di nava krîzê de ye û wiha got: "Îktidar hewl dide nikare bi hebên êşbirê vê krîzê derbas bike. Piştî pençeşêra aboriyê beden zeft kir û şûnde ev pakêtên çareseriyê nabin derman."
*Seroka Komeleya LGBTÎ ya Stenbolê Kivilcim Arat, diyar kir ku bi zêdebûna gotinên nifrînê û polîtîkayên bêcezatiye re cînayetên trans jî zêde dibin û polîtîk in. Arat, diyar kir ku kesên zagonan çêdikin û pêk tînin, bi daxuyaniyên homo/transfobik pişta kujeran miz didin.
* Serokê Giştî yê Tum Bel-Senê Erdal Bozkurt, diyar kir ku piştî butçeya rêveberiyên herêmî bi xezîneyên ve girê dan, şaredarî li Tirkiyeyê 150 salan paşve ket.
* Hevberdevka KCD'ê ya Amedê û aktîvîsta TJA'yê Zelal Bîlgîn, têkildarî destdirêjî û tundiya li ser jinan diyar kir ku rayedarên hikumetê her roj zimanê tundiyê pêş dixin û jinan dike hedef. Bîlgîn, destnîşan kir ku hikûmet bi rêbazên tundiyê dixwaze hemû destkeftiyên jinê desteser bike û jinê di malê de hepis bike.
* Di ser doza komkujiya Soma re 4 sal barîn. Cezayê ku li bersûcan hat birîn bû sedema niqaşan. Heyeta dadgehê piştî biryar da, hinceta biryarê aşkere kir. Heyetê di biryara bi hincet de yek bi yek kemasî û îhmalên facîazê rêz kirin. Heyetê xwediye Kargeriya Komiar Soma A.Ş. Can Gurkan wekî berpirsiyarê sereke nîşan da. Prz. Can Atalay, diyar kir ku wan serî li rêya îstînatê daye li benda encamê ne.
* Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad dê rapora meha Tebaxê li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê bi civîna çapemeniyê bi raya giştî re parve bike. (11.00)
* Baroya Amedê dê têkildarî sala Edlî li pêş Edliyeya Amedê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.00)