AMED – Helîkoptêran gundê Helhelê yê navçeya Hezro bombebaran kir. Gundiyan diyar kirin ku piştî bombebaranê qirika wan dişewite, mîdeya wan li hev dikeve û gêj dibin û gund hatiye dorpêç kirin. Walîtiya Amedê jî li Helhel û 5 gundên Licê qedexe îlan kir.
Li gundê Helhelê ya girêdayî navçeya Hezor ya Amedê berdestî sibê saet li derdora 04.00’an 10 helîkoptêran navenda gund û derdora gund bombebaran kir. Nayê zanîn di bombeberanê de mirî û birîndar hene an na. Gundiyan ragihand ku piştî bombebaran pêk hatiye qirika wan dişewite, mîdeya wan li hev dikeve û gêj dibin û niha bi bi dehan maşîneyê zirxî û esker derdor û hundirê gund dorpêç kirin e.
Piştî gund hat bombebarankirin operasyon hat destpêkirin û operasyon li herêmê didome.
QEDEXE HAT ÎLANKIRIN
Piştî bombebaranê û operasyonê Walîtiya Amedê li gundê Helhelê ya girêdayî Hezro û li gundên Kerwas, Nenyas, Licok, Zengê û Mişrif “qedexeya derketina derve” îlan kir. Qedexeyê saet di 06.00’an de dest pê kir û dê heta fermana duyem berdewam bike.