STENBOL - Hevberdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu, di mîtînga Bakirkoyê de diyar kir ku aştî bi ked û têkoşînê pêş dikeve û wiha got: “Aştî dê bi têkoşîna gelan pêş bikeve." Hevserokê HDP'ê Sezai Temellî jî wiha got: "Bi tecrîdkirina Ocalan şer dest pê kir û dê bi rakirina tecrîdê şer bi dawî bibe. Tecrîdkirina Birêz Ocalan polîtîkaya şer e." Karkerê şaredariya Zeytînbûrnû Kenan Gungordu jî bêdengiya hêza muxalif rexne kir û xwest êdî vê zilm û zordariye qebûl nekin.
Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Onur Hamzaoglu û Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî di mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ku bi dirûşmeya "Aştî nayê tecrîdkirin" li Bakirkoyê pêk hat axaftin kirin. Ewil karkerê Şaredariya Zeytînbûrnû ya AKP'î ku piştî ew ji kar derxistin, 152 rojin li ber şaredariyê çalakiyê pêk tîne Kenan Gungordu derket ser dikê û girse silav kir. Gungordu, diyar kir ku tu hêz û qudret nikare rê li pêş aştiyê bigire û têkoşîna wan a aştiyê dê bi ser bikeve û wiha got: "Me li dijî zilmê serî danenî. Em serî danînin. Êrîşî nirxên me, nasnameya me û çanda me dikin. Lê her kes li dijî van êrîşan bêdeng in. Bi sed hezaran kedkar di şevekê de hatin îxrackirin. Hin kesan întîhar kir. Lê her kes li hemberî vê yekê bêdeng in. Di şevekê de pardiyê nanê me ji destê me hat derxistin. Lê tu kesî dengê xwe nekir. Lê dîsa em dibêjin em dê bi têkoşîn û berxwedanê bi ser bikevin. Me ji mirinê netirsiyan û em natirsin. Divê êdî mirovahî rabe ser piyan. Em dê hat dawî têbikoşin û bi înat aştiyê bînin."
Piştî axaftina Gungordu girsê bê navber dirûşmeya “Em dê bi ber xwedanê bi ser bikevin" berz kirin.
Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan Prof. Dr. Onur Hamzaoglu ku ji ber got “Şer pirsgirê tenduristiya civakî ye" hat girtin û 6 meh şûnde hat berdan jî axaftin kir. Hamzaoglu bal kişand ser rola aştiyê û wiha got: "Aştî dê bi têkoşîna gelan pêş bikeve. Aştî hin kesan bêzar dike. Aştî ne lîstika bilgisayarê ye. Ger ku rojekê çek rawestin em dê karibin destûr nedin ku 2004 mirov seqet nemînin. Dê di rojekê de 179 mirov neyên kuştin. Dijberiya şer êdî erk û jiyana mirovatiyê bi xwe ye. Ji çileya 2018’an heta tîrmeha 2018’an 2016 jin hatin kuştin. Divê şerê li Sûriyeyê bi dawî bibe. Divê em ji bo şerê li Sûriye soz bidin. Ger ku em aştiya li ser axa xwe bixwazin divê em berê aştiyê ji bo Sûriyeyê bixwazin. Aştî ked, têkoşînê dixwaze."
TEMELLÎ: TEQEZ EM DÊ BI SER BIKEVIN
Heserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî jî gel silav kir û wiha got: "Min ji Amed û Botanê silav ji were anîn. Min bexwedan û têkoşîn anî. Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin. 79 salin tekoşîna li dijî faşîzmê berdewam dike.
Niha jî li Kurdistanê û li ser vê axê tekoşîna li dijî faşîzmê didome. Bila dost û dijmin baş zanibin ku teqez em dê bi ser bikevin. Silav ji Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê re. Têkoşîn Dayik bi xwe ne. Têkoşina dayikan hezkirina aştiyê ye. Aştî bi tekoşînê pêkan e. Aştî bi tekoşînê pêş dikeve û bi ser dikeve. Ji bo şer bi dawî bibe divê tecrîd bi dawî bibe. Kengî tecrîdê dest pê kir şer jî dest pê kir. Tecrîdkirina Birêz Ocalan polîtîkaya şer e. Di salên 2013 û 2015'an de bi Ocalan re hevdîtin hat kirin aştî, aramî û diyalog pêş ket. Pişti 2015'an diyalog qut bû li Pirsûs, Enqere, Dîlok û Amedê komkujî pêk hatin. Wêneyê salên 2013-2015 û weneyê piştî 2015'an her tiştî baş vedibêje. Ji ber vê yekê divê teqez tecrîdkirina Birêz Ocalan bi lez bi dawî bibe.
Mîtîng bi konsera Bajar berdewam kir.