STENBOL - Dayikên Şemiyê, Dayikên Aştiyê, malbatên Pirsûs, Enqere û endamên Platforma Gezî di mîtina "Aştî nayê tecrîdkirin" a li Qada Azadiyê de axivîn û diyar kirin ku ew tu carî dest ji têkoşîna aştiyê bernadin û tu carî gavan paşve navêjin. Dayikan diyar kirin ku ew dê aştiyê diyarî zarokên xwe bikin.
Mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê ku bi dirûşmeya "Aştî nayê tecrîdkirin" li Qada Azadiyê bi tevlêbûna deh hehezaran berdewam dike. Bi deh hezaran kesên li qada Mîtîngê kom bûn, bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Rojava” berz dikin. Malbatan tevî zarokên xwe eleqeyek mezin nîşanî mîtîngê dan û li ber stranan govendê digerînin. Ciwanan li qada Mîtîngê pankartên “Aştî nayê tecrîdkirin" û “Israra di aştiyê de israra di jiyanê de ye." vekirin. Dema komên muzîkê derketin ser dikê girsê bê navber dirûşmeyên “Ji şer re na, aştî hema niha", “Kar, aştî û azadî" û "Qasidê aştiyê li Îmraliyê ye" berz kirin.
'EM QET DEST JI AŞTIYÊ BERNADIN'
Li ser navê Dayikên Şemiyê Hanim Tosun derket ser dikê û diyar kir ku ew dê qet dest ji aştiyê bernedin û heta dawî têkoşîna xwe ya ji bo aştiyê berdewam bikin û wiha got: "Aştî dê bi têkoşîna dayikan bê vî welatî."
‘EM DÊ AŞTIYÊ DIYARÎ ZAROKÊN XWE BIKIN'
Dayika Aştiyê Bedia Gokgoz jî anî ziman ku ew dê qet dest ji tekoşîna aştiyê bernedin û aştiyê diyarî zarokên xwe bikin û wiha got: "Dibêjin şer tune. Ger ku şer tune be, çima çiya bombe dikin. Çima cenazeyên zarokên me tên. Em dê aştiyê diyarî zarokên xwe bikin. Heta ku rêberê me girtî be aştî pêk nayê. Teqez dê aştî bê."
‘EM LI SER PIYAN IN'
Li ser navê Malbaten Pirsûsê Murat Budak jî axivî û wiha got: "Kesên ku bi qetilkirina me bawer kirin ku dê aştiyê têk bibin xwe xapandin. Em dîsa li vir li ser piyan in. Em zarokên dayikên kurd ên bi rûmet in. Em zarokên Dayika Meryem a 70 salî ku li Enqereyê hat qetilkirin in. Em hevalên Kader, Cemo û Sibel in. Em dê aştiyê bînin vî welatî û bi ser bikevin."
EM DÊ AŞTIYÊ BÎNIN JI WERE
Ji malbatên 10'ê Cotmehê Erdogan Tedik jî diyar kir ku ji bo dengê aştiyê bilind bikin hatin Enqereyê û wiha got: "Mixabin xwestin vîna aştiyê bombe bikin û tune bikni. Li Amed, Pirsûs, Enqere û gelek cihên din êrîş kirin. Lê heta em hesap ji berpirsiyarê van komkujiyan bipirsin emê têkoşîna xwe berdewam bikin. Em soz didin 103 kevokên aştiyê. Em dê aştiyê bînin ji were.
TEQEZ EM DÊ BI SER BIKEVIN
Endamê Platforma Gezî Taylan Kesinbilicî jî anî ziman ku bawer dikin ku dê bi hevre qadan azad bikin û wiha got: "Dema em ji Geziyê ketin rê, êşa Roboskê di dilê me de bû. êşa me tevan yek e. Teqez em dê bi ser bikevin û em dê aştiyê bînin ser vê axê.
Piştî axaftinan Koma Vardiya derket ser dikê û stran got. Mîtîng bi muzîk û axaftinan didome.