Mîtînga 'Aştî nayê tecrîdkirin' bi axaftinan dest pê kir

img
STENBOL - Mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê ku bi dirûşmeya “Aytî nayê tecrîdkirin" li qada Azadiyê ya Bakirkoyê, bi axaftinan dest pê kir. Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî, diyar kir ku avakirina cîhanek azad û aştiyane di destê wan de ye û xwest her kes ji bo aştî û azadiyê têbikoşin. 
 
Bi deh hezaran kes ji bo daxwazênk xwe yên aştiyê bînin ziman ji çar aliyên Stenblolê ber bi Qada Azadiyê ya  Bakirkoyê ve dimeşin û li qada mîtîngê kom dibin. 
 
Bi deh hezaran kes tev li mîtîna 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê bûn û daxwazên xwe yên "Aştî nayê tecrîdkirin" anîn ziman. Bi hezaran kesên li Qada Dikilitaşê kom bûn, dest bi meşê kirin. Di korteja meşa mîtîngê de Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulistan Kiliç Koçyîgît û Onur Hamzaoglu, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk jî cihê xwe girtin. Parazvanen mafên mirovan, hiqûqnas, aktivîstên aştiyê û nûnerên gelek sazî û rêxistinên din jî tev li meşê bûn. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê jî jibo daxwazên xwe yên aştiyê bînin ziman di meşê de cihê xwe girtin û meşiyan qadê. Koma Dayikên Aştiyê di kortejê de pankarta “Em rê nadin şer," vekirin. Di meşê de strana “Beni bul anne/Min bibîne dayê" bi dengê bilind hat strîn. Piştî bi deh hezaran kes di nokteyên lêgerînê re derbas bûn û li Qada Mîtîngê kom bûn, mîtîngê bi rêzgirtinê û axaftinan dest pê kir.  Dema wekîlên HDP'ê wêneyên aktivist û siyasetmedarê kurd Ramîn Hisên Panahiî xwest derbasî qadê bkini polîsan destûr nedan. Piştî niqaşên HDP’iyan bi polîsan re, wêne derbasî qadê dikin. Polîsan dowîzên ku li ser “Ji tecrîdê re na" nivîsandibûn, derbasî qadê nekin. Komên KESK, DİSK, TTB bi al û pankartên xwe derbasî qadê bûn. Nûner û rêveberên EMEP, Halkevleri, ESP, SYKP, Yeşil sol Gelecek, SODAP, Partiya Yeşil Sol, Yekîtiya Têkoşînê jî li qadê cihê xwe girtin. Dîsa dowîza “li dijî dowîz û enflasyona zêde dibe, divê muçeyê wan bê zemkirin" û “Em dê demokrasiya gel ava bikin û aştiyê bi dest bixin" rakirin. Dîsapankarta mezin a bi dehan zimanan “Aştî" li ser hat nivîsandin vekirin. 
 
Bi deh hezaran kesên li qadê kom bûn,  bê navber dirûşmeyên “Bijî Aştî", "Bijî biratiya gelan" berz dikin. Mîtîngê bi rêzgirtinê dest pê kir. Dema rêz hat girtin Srûda Çerxa Soreşê xwendin û tililiyên serkeftinê bilind kirin. 
 
Piştî silav kirinê Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî bi tirkî û Rêveberê DBP'ê yê Stenbolê Bilal Basutçu daxuyaniya mîtîngê xwendin. 
 
'ŞERÊ BAŞ TUNE YE'
 
Rêveberê DBP'ê yê Stenbolê Bilal Basutçu bi kurdî daxuyanî xwend û wiha got: "Em dest ji demokrasî ji aşitî û azadiyê bernadin. Di nav diroka mirovan de bi hezar salan şer çêdibin. Civaka mirov bi şûr, tîr, top, tiving û bombeyan hevdû dikujin, komkujî pêk tînin, xweza, bajar û gundan xiradikin, dişewitînin, talandikin. Ol neyara olan, mezhep neyara mezheba,  netewe neyara netewaya , mêr neyara jinan dibin, dagirkeran dagirkirina û talankirina axa gelên xwecîhan didomînin. Çima mirov mirovekî din  xulama xwe dike? Çima  qewmek xwe ji qewmek din mezintir û bilindtir dibîne? Çima civaktiya mêran zayendiya xwe ji jinan mezintir û bilindtir dibînin?
Çima civat ji bo şer û cengan fîrawûn, despot,tîran, dîktator û padîşahan afirandin û anîn serê xwe û ev afirandina didomînin?  Lê ev qas bêaqilî û bê mirovatî çima didome? Ma şer emrê Xwedê yî? Yan jî li ser asayên hiqûke gerdûnê,  li ser madeya 1'emin qanûnan "şerkirin teqez e" , " pêşî tu yê şerbikî" dinivîse (ma)? Ango, qedera mirovan bi şer û cengan diqede, bidawî dibe? Heta niha ji rûyê şer Çend milyon mirov hatiye kuştin?
Çend milyon jin û zarok hatine tecawiz kirin? Çend milyon mirov ji cîh û warê xwe reviyan?  Çend bajar û welat di nexşeyan de ji navê wenda bûn? Çend medeniyet û çand hat tinekirin? Gelo ji bo şer heya niha, çend milyon şûr, mertal û top hatin hilberandin? Gelo piştî wê, çend milyon tifing hatin hilberandin? Gelo çekên nukleerî çend  cara dikare dinyayê tine bikî? Dema ku nivê nifûsa dinyayê birçî be, bi hezar milyonan bê kar û bêmal be, çawa ji bo Endustriya Şer çend katrilyon dolar , lira  budçe dihêlînin. Berê 2 (du) Cengê Cihanê krîza ekonomik hebû.  Ev sedemê şer nîşana çi dide me?
 
EM LI HER DERÊ NE
 
Dewletên Emperyalist ji bo ku ji qrîze derkevin destpêkirina şerê dikin. Xerabûna dinyayê ne xema wan in. Armanca emperyalîstan  tenê hîn zêde dagirkirin, hîn zêde zengîn bûyîn e. Li cihanê 10  sal e krîzek ekonomîk heye. Li her derê Demokrasî gav bi gav hatin desteserkirin. Faşîzm, nîjadperestî û olperestî li cîhanê ji nû ve tê belavkirin. Mesrefên çek û topan zêde dibe. Rojhilata navîn di merkeza vê kriz û şerê bixwîn de ye. Kedkarên Tirkiyê û Mezopotamya jî wekî gelên Rojhilata Navîn encama ev zalimtiyê dibînin. Rejîma Yek Mirov li hundir û li derve domandina politîkaya şerê ji bo xwe sedema hebûn dibîne.
Li Qada Galatasaray Dayikên Şemiyê 700 hefteye ji bo ku eşkere kirina kiryara nediyar,  çalakiya rûniştinê pêk tînin.  Rejîma Yek Mirov, Dayikên Şemiyê ji xwe re neyar îlan kiriye. Li ber çavê dinyayê işkence kirin, binçav kirin. 
 Tirkiye êdî li serê sedsala 21'emîn de di nav "Rewşa Şer" de ye. Îsal 40 milyar lîra budçe ji bo şer hiştiye. Ango pêwendiya di nav bi Rewşa Şer û Budçeya Şer û krîza ekonomîk heye û ev pêwendî her ku diçe zêde eşkere dibe. Gelo ev qeder e? Civakek, jînek  bê krîz û bê şer xeyal e? Em jî dibêjîn ku; Civakekî, welatekî,cîhanekî  bê kedxwarî ne xeyal e ! Demokrasî û edalet, bi vîn û tevlîbûna gel, bi biratiya kedkar  û karkeran re, bi piştgiriya civakî û bi rêxistîbûnê pêşxistin û jiyandin mimkun e! Bi azadî, bi biratî  bi tev hev di nav aşitiyê de ziman, ol, nîjad û neteweyê bêcûdayî  jiyîn mimkin e! Şer, çanda mirin-kuştin ne qeder e! Avakirina cîhanekî azad di destên me de ye! Ji ber ku em gel in, em milyon in,  em milyar in, li cihanê em li her derê ne! Em xebatkar in,  em mirovên ku dewlemendiya serzemîn diafirînin, em in!  Cîhan mala me yê hevbeş e! Mixabin, nahelin em xwedî derkevin. Dîktator û xwinxwaran bi zordari dagirkirine. Me şer tu cara  nexwast, me şer ne afirand!
Lê di şêrê de bi milyon milyon ten kuştin, em in! Em jî dibêjin ku ; Karkeran, kedkaran, jinan, li cîhanê hemû gelên bindest  bi piştgirî li hemberê şer ji bo vîna aşitî
 ger  hêza xwe,  dengê xwe û çalakiyên xwe tevîhev bikin, bêguman serkeftin mimkun e!!
 
Bijî Demokrasî !
Bijî Têkoşîna Azadî û Aşitî!
Bijî Roja Aşitîya Cihanê Yekê Îlonê!
 
Mîting bi axaftinan didome
 

Sernavên din

04/09/2018
16:15 Li Mazgêrdê hewldana tacîzê
16:15 Ji ber ku kar nedît xwest întîxar bike
16:10 ‘Li herêma şewatê yekîneyên veşartî hene’
15:46 Akar bi Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê Jeffrey re hevdîtin kir
15:23 'Ji bo peyva birêz Ocalan lêpirsîn vekirin’
14:26 Bîlgen: Divê partî ji Hilbijartina 24'ê Hezîranê ders derxin
14:10 Malbatê bi Panahî re hevdîtin kir: Dixwazin min darve bikin
14:06 Saziyên bazirganiyê yên Amedê: Bila ji bo Kurdistana Federe seferên balafiran dest pê bike
13:41 SOHR: Rûsyayê Îdlîp bombebaran kir
13:22 Temellî: Dem dema demokrasiya herêmî û gel bigîhîjin hev e
13:06 Ji bo Panahî banga danekirina Îranê kir
12:46 Dadgehê gefa dê wan derbixin derve li parêzeran xwar
12:24 Polîsan destûr neda HDP’î derbasî goristanê bibin
12:12 Piştî 3 salan dosyeyên wan yek bi yek tên girtin
12:01 Gelek girtiyên li Antalyayê sewqî girtîgehên cuda hatin kirin
11:55 Malbata Panahî: Em li ber deriyê girtîgehêne, agahî ji Panahî tune ye
11:06 Aydenîza gef lê hat xwarin: Emê têkoşîna xwe bidomînin
10:30 Hevserokê HDP'a Îskenderûnê hat binçavkirin
10:24 Daristanên Colemêrgê dişewitin
09:54 Endamê PDKS’ê Îsa: Şerê li Sûriyeyê bi guhertina hişmendiya Şamê ve girêdayiye
09:50 Dundar a HDP'î: Astenkirina definkirina cenaze di hiqûqa dijminantiyê de jî tune
09:19 Li Êlihê fuhûş û tiryak belav dibe!
09:18 Mehmet Sîncar 25 sal berê hat kuştin: Li Tirkiyeyê tu tişt neguherî
09:17 Bi salan e portreyê Şahmeran li ser sifir dineqişîne
09:15 'Çapemeniya nivîskî li ber girtinê ye'
09:14 ‘Têkoşîna ji bo aştiyê têkoşîna ji bo tecrîdê ye'
09:13 Bateyî: Divê her kurd ji xwe bipirsa 'Îro min ji bo zimanê xwe çi kir' bike
09:00 ROJEVA 4'Ê İLONA 2018'AN
03/09/2018
18:54 Qedexeya li Licê û Hezroyê bi dawî bû
17:37 Dayika 73 salî ji bo bê berdan 4 mehin li benda raporê ye
17:16 Rêxistinên civakî qedexekirina çalakiya xizmên windayan şermezar kir
17:15 Heyeta HDP’ê li Helhelê ye: Bombebaran û gulebaranê jiyana gundiyan xistiye talûkeyê
16:57 Fadil Şenyaşar ê bav û 2 birayên wî hatin kuştin di hucreyê de tê girtin
16:51 HDP’iyan kesên ji ber şarbonê rakirin nexweşxaneyê ziyaret kirin
16:47 Polîsan mudaxaleyî çalakiya ji bo Panahî kir û 4 kes binçav kirin
16:40 Sînorê Dîlokê ji bo 15 rojan hat qedexekirin
15:31 CHP: Li Enqereyê 100 sewal bi Şarbonê mirin
15:28 Li Helhelê mal gulebaran kirin: Bav, dayik û Roza 2 salî binçav kirin
15:18 Daristana Geliyê Rojê 3 rojin dişewite
15:03 Baroya Amedê: Beyî pirsgirêka kurd pirsgirêkên din çareser nabin
14:52 Polîsan wekîlên HDP’ê tehdîd kir: Ez bi sîleha xwe bi bawerim
14:09 ÎRA’yê rapora tebaxê aşkere kir: 4 rojnameger hatin girtin
14:04 Ji bo kampa Telhamutê lêkolîn bikin serî li Îdareya Koçberiyê dan
13:40 Heyeta HDP’ê çû Licê
13:39 Rêveberê ENKS’ê Hemo: Cihê YPG’ê li Efrînê nîne
12:31 Navenda gund bombe kirin
11:55 Ji Hosseîn Panahî ê rastî cezayê darvekirinê hatiye peyam
11:54 Berdevkên EMK’ê: Qedexe nikarin pêşiya me bibirin
11:39 Hevserokên jin ên HDP’ê li hev kom bûn
11:28 Li gorî TUÎK'ê ji sedî 17.90 enflasyon zêde bû
11:02 ‘Şer zilma dewletê zêdetir kir’
10:55 Li Stenbolê Efserekî polîs kuşt
10:22 Serokê Giştî yê Tum Bel-Senê: Şaredarî 150 sal paşve ket
10:19 3 sal derbas bû lê agirê dilê wan venemirî
10:08 Bîlgîn: Hikûmet armanc dike jinê di malê de hepis bike
09:10 Di doza Soma de hemû îhmal û kêmasî got lê ceza nebirî
09:10 Melayê li ser cenaze nimêj kir 6 sal û 3 mehan ceza kirin
09:09 Qalik heye lê zerdik tune
09:09 Fuat Ercan: Piştî pençeşêr bedenê zeft bike aspirin nabe derman
09:08 Arat: Daxuyaniyên Transfobîk pişta qatilan miz dide
09:00 ROJEVA 03'Ê ÎLONA 2018'AN
08:41 Helîkoptêran gundê Helhelê bombebaran kir
02/09/2018
23:22 Parêzerên Cizîrê dê Tirkiyeyê li dadgehên navneteweyî gilî bikin
18:51 Hamzaoglu: Gel dê aştiyê bînin
Temellî: Şer bi rakirina tecrîdê bi dawî dibe
17:51 Dayikan li qada mîtîngê bang kirin: Em dê aştiyê diyarî zarokên xwe bikin
17:24 Li Sakarya qeza pêk hat: 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
17:01 Mîtînga 'Aştî nayê tecrîdkirin' bi axaftinan dest pê kir
16:14 Bi deh hezaran dimeşin mîtînga aştiyê ya Bakirkoyê
14:43 Şewata li Çemê Roj didome
14:11 Ji ber krîza aborî 7 rojnameyên herêmî nehatin çapkirin
13:57 Piştî 3 salan qedexeya li ser Birca Kecikê radibin
11:44 Li Dîlokê maşîna karkeran qeza derbas kir: 7 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:28 Ciwan li Dortmunê ji bo azadiya Ocalan dimeşin
11:05 Petrola herikî li peravê Foça û Aliaga belav bû
10:15 Erdogan: Bazirganiya Navneteweyî bêtir bi dolaran ve tê girêdan
09:46 Gelo dixwazin kujerê Selmanê 9 salî veşerin ?
09:28 Li Idlibê her kes ketine pey berjewendiyên xwe
09:01 'Em ê her dem li wê qadê bin'
09:00 Taşdemîr: Em ê di hilbijartina herêmî de destkeftiyên xwe paşve bistînin
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÎLONA 2018'AN
01/09/2018
19:39 Rewşa girtiyê nexweş Sari her diçe girantir dibe
18:49 Gokkan: Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina hemû Rojhilata Navîn e
Temellî: Şere li Rojhilata Navîn bi Tecrîdkirina Ocalan dest pê kir
16:53 Di Roja Aştiyê de çalakiya dayikên 'aştîxwaz' hat qedexekirin
16:49 Hevserokên HDP, KCD'ê ketin qada mîtîngê
16:14 Di teqîna EZAZ'ê de hêjmara kuştiyan gihişt 15'an
15:33 Cûdî du roj şewitî: Darên fistiqan şewitîn
15:20 '23 salin em li vir in, em venagerin'
15:19 Şewata li Licê didome
14:59 Destûra 'Çalakiya F’ jî nehat dayîn
14:46 Heyeta KESK’ê li Dersimê şewatê ji dûr ve çavdêr kir
14:32 Li Dersimê vê carê jî şewat li Newala Roj derket
14:31 Walî Êlihê jî çalakiya Şemiyê qedexe kir
14:09 'Di 3 salan de 4 hezar û 300 kes hatin kuştin, 7 hezar kes birîndar bûn'
14:02 Dadgehê biryara berhevkirina belavokên mitînga 1’ê Îlonê da
13:07 Polîsan mudaxaleyî bîranîna Komkujiya Enqereyê kir
12:22 Dayikên Şemiyê astengiya polîsan nas nekir û daxuyanî didin
12:06 Li Ezazê teqîn: 2 kes mirin û gelek kes birîndar bûn
12:00 Walî çalakiya xizmên windayan a Amedê qedexe kir
11:54 Şewata daristana Bedlisê hat vemirandin, lê daristan nema
11:44 Cenazeyê karkerê din ê di Dîcleyê de fetisî hat dîtin