ÎZMÎR - Li Îzmirê piştî dolar dîsa li hemberî TL buha bûn 7 rojnameyên herêmî îro weşana xwe ya çapkirinê rawestandin. Xwediyên rojnameyan biryar dan ku ji ber buhayê kaxizê dê roja yekşeman rojnameyê çapnekin.
Li Tirkiye ji ber ku roj bi roj dolar li hemberî TL buha dibe, bandorê li ser hemû jiyanê dike. Çapemenî jî para xwe ji buhabûna dolaran digire. Ji ber dolar buha dibin buhayê kaxizan jî zêde dibe. Rojnameyên ku wekî kaxiz tên çapkirin, piştî zêdebûna dolaran ketin nava zor û zahmetiyan. Li Îzmirê 7 rojnameyên herêmî îro çapnekirin. Xwediyên rojnameyan biryar dan ku roja yekşemê rojnameyan çapnekin.
Li gorî nûçeya Halktv rojnameyên rojnameyen 9 Eylul, Ege Telgraf, Haber Ekspres, Yenîgun, Îlk Ses, Yeni Bakiş û Ticaret yên aydî Cemiyeta Rojnamegerên Îzimrê dê roja yekşemê çapnekin.