AMED - Bircên Keçikê yên Sûrên Amedê ku 3 salin deriyê wê li welatiyan hatiye girtin, piştî 3 salan deriyê wê dîsa li welatiyan tê vekirin. Bircên Keçikê (Keçî) ku piştî şer û dorpêça Sûrê hatibû qedexekirin, 3 sal şûnde qedexe ji ser wê radibe.
Li Sûrê piştî qedexeya derketina kolanan hat îlankirin, 6 tax û gelek bircên Sûrên Amedê ji çûn û hatinê re hatibû qedexekirin. Piştî 103 rojan şer dewam kir û bi mehan bi tang û topan tax hatin bombebarankirin, qedexeya li ser 6 taxan û bircên Keçikê dîsa ranebû. Qedexaya ku di Mijdara 2015'an de dest pê kir, hat diyar kirin ku dê bi dawî bibe. Qedexeya li ser 6 taxan piştî Adara 2016'an li gel qedexe bi dawi bû jî dîsa nehat rakirin. Bircên keçike ku li Baxçeyên Hevsel û Çemê Dîcleyê temaşe dike dê dîsa deriyê wê li çûn û hatinê bê vekirin.