DÎLOK – Li bajarê Dîlok, kamyoneta karkerên çandiniyê û dolmîş li hev qelibîn. Di qazayê de 7 karkeran jiyana xwe ji dest dan. 20 kes jî birîndar bûn.
Li Navçeya Oguzelî ya Dîlokê kamyoneta karkeran dema diçû bajarê Kîlîsê, li mînîbûsê qelibî. Di saetên serê sibê de li ser rêya Oguzbeylî û Elbeylî ya bejayî qeza pêk hat. Di qezayê de 7 karkeran jiyana xwe ji dest dan û 20 karker jî birîndar bûn. Piştî bûyerê ambulansan birîndar rakirine nexweşxaneya Dîlokê. Kamyoneta karkerên fistiqan a bi plakeya 79 DU 351 û ajokariya wê Îbrahim Şahin dikir û dolmîşa plakeya wê 27 AAH 618 ku Ali Bor ajokariya wê dikir, li hev qelibîn. Kamyon û dolmîş serê wan li hev ket û li cihê bûyerê 4 kesan jiyana xwe ji dest dan. 2 kesan jî di rêde jiyana xwe ji dest dan. 20 karkerên birîndar bûn jî rakirin nexweşxaneya Dîlokê.
Piştî birîndar rakirin nexweşxaneyê kesekî din jiyana xwe ji dest da û hêjmara kesên jiyana xwe ji dest dan gihişt 7'an.