NAVENDA NÛÇEYAN - Serokomarê Tirkiye di foruma kar a navbera Tirkiye û Kirgızistanêde der barê zêdebûna Dolar a li hemberî TL axivî. Erdogan, anî ziman ku bazirganiya navneteweyî bêtir bi dolaran ve hatiye girêdan û wiha got: "Bi riya kûra dowîzê êrîşan pêş dixin. Dixwazin Tirkiye di qada aborî de dîl bigirin. Me bi Rûsya re peymana S-400 çêkir. Hin kes ji vê yekê aciz dibin. Em destûrê ji tu kesî naxwazin."
Serokomarê Tirkiye û Serokê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan, di foruma kar a navbera Tirkiye û Kirgızistanêde der barê zêdebûna Dolar a li hemberî TL axivî. Erdogan, anî ziman ku bazirganiya navneteweyî bêtir bi dolaran ve hatiye girêdan û wiha got: "Bi riya kûra dowîzê êrîşan pêş dixin. Dixwazin Tirkiye di qada aborî de dîl bigirin. Me bi Rûsya re peymana S-400 çêkir. Hin kes ji vê yekê aciz dibin. Em destûrê ji tu kesî naxwazin. Bi manipulasyona kurê dixwazin aboriya Tirkiye ya xurt fikar û şikan zêde bikin. Bi taybetî bazirganiya navneteweyî bêtir bi dolaran ve hatiye girêdan. Divê em pereyê neteweyî û xwecihî bikar bînin û dawî li serdestiya dolar bînin."