ŞIRNEX - Serdozgerê Komarê yê Cizîrê der barê doza kuştina Selman Agar ê 9 salî ku di qedexeya derketina kolanan de hat kuştin, biryar da. Dozger parast ku kujerên Selman nehatine dîtin û "Biryaar lêgerîna daîmî" da.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di qedexeya dertetina kolanan a 4-12'ê Îlonê de zarokê 9 salî Selman Agar ji serê xwe ve bi giranî birîndar bû bû û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû. Serdozgerê Komarê yê Cizîrê der barê lêpirsîna Selman de biryar da. Dozger parast ku kujerên Selman nehatine dîtin û "Biryaar lêgerîna daîmî" da. Dozger biryar da ku heta 25 salên din lêgerîn bê kirin û piştî 11'ê Îlona 2040'an lêpirsîn bê kirin. Dozger nivîs ji Midûriyeta Polîsan a Cizîrê re şand û xwest her ji 6 mehan carekê der barê lêpirsînê de agahî bidin dozgeriyê. Dozger xwest ku piştî di dema tê xwestin de encama bi dest xistin teslimî dozgeriyê bikin.
KUJERÊ CEMÎLEYÊ JÎ NEHATIBÛ DÎTIN
Di lêpirsîna dozgeriya Cizîrê de kujerê zaroka 10 salî Cemile Çagirga jî nehatibû dîtin Dozger jibo Cemîlê jî heman biryara lêgerîna daîmî dabû.