STENBOL - Parêzvanên mafên mirovan qedexekirina çalakiya Dayikên Şemiyê ku hikûmeta AKP'ê ew qedexe kir wekî "xwedîderketina li dewleta kûr" pênase kirine û parlementerên HDP û CHP'ê jî destnîşan kirin ku ew ê tevî xizmên windayan tim li wê qadê bin.
Polîsan li Qada Galatasarayê çalakiya hefteya 701'emîn a Dayikên Şemiyê asteng kir. Parêzvanên mafên mirovan û parlementerên HDP'î û CHP'î vê rewşê nirxandin.
Rakel Dînk, hevjîna Derhênerê Weşana Giştî ya Rojnameya Agosê Hrant Dînk, anî ziman ku qedexekirina çalakiyê birîn kûrtir kiriye. Dînk, destnîşan kir ku pêkanîna aştiyê tiştekî girîng e û got: "Aştî dikare edaletê pêk bîne. Dikare êşê sivik bike. Hikûmet ji bo çi heye? Ji bo van pirsgirêkan çareser bike heye. Ma kî niha aştî û silametiyê esas nagire. Kesên esas nagirin bila derkevin pêş."
FÎNCANCI: EM Ê MAFÊ XWE YÊ REWA BIPARÊZIN
Seroka Giştî ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci, ji bo êrîşa li çalakiya Dayikên Şemiyê got "derî hiqûqê" ye.
Fîncanci, bilêv kir ku gotin "em kiryaran diparêzin, em ê wan nedarizînin" di asasê xwe de tê wateya tevkariya bi kiryaran re û got: "Di salên 90'î de Dayikên Şemiyê wekî saziyeke ku dê dawî li windakirinan bînin û rewa dihat nirxandin, lê niha ku windakirin dîsa dest pê kirine li cihellî girîngtir e. Em dizanin guh nadin qanûna bingehîn. Lê em ê mafê xwe yê rewa bi kar bînin."
ERSOY: EM Ê TIM LI QADÊ BIN'
Parlementera HDP'ê Oya Ersoy jî diyar kir ku ew biryara qedexekirinê ya hikûmetê nas nakin û di hefteya 701'emîn de ew careke din daketin qadan. Ersoy got: "Ne 701, hezar û 701 hefte be jî em ê tim li vê qadê bin. Ev biryara îktîdarê pir zelal e, ku tê wateya parastina polîtîkayên windakirinê yên salên 90'î. Em jî dibêjin, em ê tim li hemberî van polîtîkayên windakirinê bisekinin, heta em kiryarên zarokên xwe, birayên xwe û hevjînên xwe bibînin û bên darizandin."
‘ME SERÎ LI BER AGAR NETEWAN ÎJAR EM Ê LI BER SÛRETÊ WÎ BITEWÎNIN'
Ersoya, diyar kir ku êrîşa li çalakiya Dayikên Şemiyê faşîzm e û got: "Me tu carî li ber faşîzmê seîr netewandiye. Me li ber agayên wan serî netewand. Em baş dizanin Soylû kî ye. Agar ew gihandiye. Me serî li ber Agar netewand îjar em ê li ber sûretê wî bitewînin."
Her wiha Ersoya bang li polîsên ku li gor biryara qedexekirinê tev geriyan jî kir û got: "Kesên li gor vê biryara derhiqûqî tev geriyan, dê sibê bedêla vê yekê bidin."
GULUM: QEDEXE JI BO QADA GALATASARAYÊ YE
Parlementera HDP'ê Zuleyha Gulum jî diyar kir ku ev biryar derî hiqûqê ye û got: "Ji bo hêzên emniyetê eger ferman dijqanûnî be mecbûr in fermanê red bikin. Lê emniyet vê yekê qebûl nake. Ev biryara qedexekirinê bi tu awayî ne hiqûqî ye. Tu hincet nayên berpêşkirin. Çalakiya li Qada Galatsarayê qedexe dike, lê çalakiya li Kolana Îstiklalê ne di vê çarçoveyê de ye. Ji bo vê tu biryara qedexekirinê tune ye, lê belê dîsa çalakiyê qedexe dike."
TANRIKÛLÛ: AKP XWEDÎ LI DEWLETA KÛR DERKET
Parlementerê CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû jî pirsî: "Ev dayik 23 sal in li vira rûdinên, çi bû ku di hefteya 700'emîn bûn terorîst?"
Tanrikûlû, bilêv kir ku divê Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû vê pirsê bibersivîne û got: "Li paş vê siyaseteke pir kûr heye. Çandeke ku Suleyamn Soylû didomîne heye. Soylû ji vê çandê tê. AKP di sala 2002'ayn de pêkanînên salên 90'î red kir û di warê kiryara nediyaran de dîwarek lê kir. Gotin 'dê di serdema me de pêk neyên' û bi vî awayî dewleta kûr red kirin. Lê belê di serdema AKP'ê de jî bûyerên windakirin û îşkencekirinê çêbûn."
Tanrikûlû, destnîşan kir ku daxuyaniya ku Soylû hefteya çûyî da di asasê xwe de tê wateya 'Em AKP xwediyê vê dewleta kûr a berê ne. Em ê vê yekê kûrtir bikin.' Tanrikûlû, bilêv kir ku tekane sedema qedexekirina çalakiya Dayikên Şemiyê ev e.
MA / Yasin Kobulan